Rejîma sîyonîst li Xezzeyê 447 camîyan xera kir
Midurê Giştî yê Ofîsa Medyaya Hikumeta Xezzeyê Îsmaîl es-Sevabîte weha got, “Rejîma sîyonîst li Xezzeyê 183 camî bi temamî xera kir, 264 camîyan jî qismî xera kir.”
Hedefa dawîn a balafirên herbê yê rejîma terorîst, li nav Refahê Camîya Faruk bû.
Camîya Faruk li Şaburaya Refahê camîya ehrî mezin e, hat îfadekirin piştî êrîşê ax û xwelîyên mezin derketin holê.
Hat destnîşankirin ku di êrîşê de 2 ton bombe hatin şixulandin.
Hat destnîşankirin rejîma îşxalker bi van êrîşan dixwaze ku dengê azanê qut bike, di heman demê de ew êrîşî Dêran jî dike. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.