Rêya Riha-Dîyarbekirê ji trafîkê re hat girtin
Rêya Dîyarbekir-Rihayê ji ber barîna berfa zêde, bapûk û qezaya trafîkê ji çûndin û hatinê re hat girtin.
Li bajêr berfa ku ji seatên serê sibeyê ve dibare bandor e, ji ber vê yekê li hinek herêman pirsgirêk çêbûn.
Rêya Dîyarbekir-Rihayê jî ji ber barîna berfa zêde û bapûkê, li alîyê Sêwregê ji çûndin û hatinê re hat girtin.
Li herêma ku dûrahîya dîtinê gelek kêm bûye xebatên vekirina rê hatîye destpêkirin û ew xebat hêj didomin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.