
Rûsya bi fuzeyên balîstîkî li Ukraynayê xist: 32 mirî, 84 birîndar
Di êrîşa ku Rûsya bi fuzeyên balîstîkî li bajara Sumîya Ukraynayê li dar xist de, 32 kesan canê xwe ji dest dan, 84 kes jî birîndar bûn.
Hêzên Rûs, ji bajara Sumîya bakurrojhilata Ukraynayê re bi fuzeyên balîstîkî êrîş li dar xist.
Wezîrê Karên Hindir yê Ukraynayê Ihor Klymenko, daxuyand ku di êrîşê de herî kêm 32 kesan canê xwe ji dest dane, 84 kes jî birîndar bûne.
Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Zelenski derheqê êrîşê de daxuyanî da û got, “Encax alçax dikarin ewakî bikin. Kuştina însanên normal. Û ev jî di rojekî ku însan diçin dêrê de dibe.”
Serokê Navenda Micadeleya bi Dezenformasyonê ya Ukraynayê Andriy Kovalenko jî, bal kişand ku êrîş piştî zîyareta Moskovayê yê Temsîlkarê Taybet ê Rojhilata Navîn ê Serokê Emrîkayê Donald Trump Steve Witkoff hat lidarxistin, “Rûsya, hemû van dîplomasîyên qaşo, li derdorê êrîşên li dijî sîvîlan lê dike.”
Wezareta Tenduristî ya Rûsyayê, destnîşan kir ku Ukrayna, digel agirbesta ku bi Emrîkayê re hatîye kirin li dijî binesazîya enerjî ya Rûsyayê êrîşên xwe didomîne.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku artêşa Ukraynayê, di nav 24 seatên dawîn de li herêma Belgoroda axê Rûsyayê êrîşî tesîsên binesazîya enerjîyê kir. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.