Rûsya û Tirkîye di warê Îdlîbê de amadehîya hevdîtineke nû dikin
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov destnîşan kir Rûsya di warê Îdlîbê de bi Tirkîyê re amadehîya hevdîtineke nû dike.
Lavrov di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir “Di hevdîtina ku me nû amade kiriye de em hêvî dikin ku li herêmê rageşî bi rastî jî bê kêmkirin û komên çekdar ên li wê derê li herêmê nebin hakim. Di wan peymanên ku hatin kirin de tu kesî soza bersivdayîna wan êrîşên ku ji teref komên çekdar ve hat kirin neda.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.