“Sê Mehên” ku di nav de rehmet û mexfîret gellek in dest pê dike
Sê Mehên bimbarek ku alema Îslamê di nav hesret û kelecanê de li bêvîya wan in û di nav xwe de Şeva Qedrê ku ji hezar mehan xêrtir e dihewîne, di 1ê Çileyê roja Çarşembê de dest pê dike.
Sê Mehên bimbarek ku Pêxemberê me Hezretî Muhammed derheqê wan de dibêje, “Ya Rebbî, Receb û Şebanê ji bona me bimbarek bike û me jî ji Remezanê re bighêjîne.” Wê ji 1ê Çileyê roja Çarşembê şûnve bê îdreqkirin.
Di meha Recebê de şevên Regaîb û Mîracê; di meha Şebanê de şeva Beratê; di meha Remezanê de şeva Qedrê heye. Van Sê Mehan ji bo erzkirina dua û lawayîyên me ji Xwedê re, ji bo şûştina ginehên me bi rondikên poşmanîyê, zêdekirina xêrên îbadet û taetan firsedek e.
Di Sê Mehên de roj û şevên bimbarek
Şeva Regaîbê 2yê Çileyê roja Pêncşemê; Şeva Mî’racê 26ê Çileyê roja Yekşemê; Şeva Beratê 13ê Sibatê roja Pêncşemê bê îdreqkirin.
Remezan 1ê Adarê roja Şemîyê; Şeva Qedrê ku di Qurana Pîroz de dibêje “Ji hezar mehan xêrtir e” 26ê Adarê roja Çarşembê;
Roja 1emîn a Cejna Remezanê (Fitr) 30yê Adarê roja Yekşemê bê îdreqkirin.
Bi hedîsan Sê Mehan bimbarek
Pêxemberê me Hezretî Muhammed, ji Sê Mehan re ehemmîyetekî daye û dema ku van mehan hatine weha dua kirîye, “Ya Rebbî, Receb û Şebanê ji bona me bimbarek bike û me jî ji Remezanê re bighêjîne.” Xeyn ji vê duayê jî van hedîsan got:
- Mehên heram, Receb, Zîlqade, Zîlhîcce û Muharrem e. (Îbnî Cerîr)
- Di mehên heram de rojekî rojî rojekî jî xwarin gelek bi fezîlet e. (Ebû Davûd)
- Di meha Recebê de ji Xwedê re gelek îstîxfaran bikin; çîmkî di meha Recebê de di her wextê de ebdên ku Xwedê wan ji Cehennemê azad dike hene. Xeyn ji vêya ji wan re di Cennetê de koşk hene ku encax mirovên ku di meha Recebê de rojîyê bigrin dikarin bikevinê. (Deylemî)
Divê di Sê Mehan de çi bê kirin?
Divê misilmanan di van mehan de mihasebeya wexta ku jê çûye baş bike. Berê xwe baş ji siberoja xwe re bide. Divê ji bo sê mehan bernameyekî hebe. Bi Muminan nakeve ku wan mehan û wan şevan di nav xefletê de derbas bikin. Heger qeweta wî hebe divê di wan mehan de pirî rojên xwe bi rojîtî derbas bike. Di van mehan de bi taybetî divê feqîr û bêkes bêne dîtin û lazimatîyên wan bêne temînkirin. Di serî de ji bo xûşk û birayên me yên Xezzeyê bi giştî ji bo hemû xûşk û birayên me yên Misilman ku di bin zilmê de ne re dua bê kirin. Ger ku ji destê me tiştekî neyê jî ji bona berterafkirina zilmê ji zaliman re ji bona ku qehr bibin dua bê kirin.
Divê haya me ji van meh û şevên bibereket hebe û em xwe bikin quncikan û xwe bikin nav hesaban. Sûc û ginehên ku me kirîye bidin ber çavên xwe û destê xwe ji wê Xwedayê ku ebdên xwe ji dayîka ku zarokên xwe hez dike zêdetir hez dike û merhemetê li wan dike re di nav poşmanîyê de duayê bikin û xwe ji qirêjîyê paqij bikin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.