Şehîdê mayina Qerecdax hatin bîranîn

11 mûwehhîdên ji ber mayîna ku PKK li ser rêya Gogwêrî ya ku li herêma Qerejdaxê ye danîbû şehîd bûbûn li goristanê hatin bîranîn.

Dema ku dîrok 10ê adara sala 1994an nîşan dide PKKyîyan li gundê Gogwerîya Çinarê mayîn li ser rêya mislimanên ku di nav wan de pîrek û zarok jî hebûn bicîkirin. Di dema derbasbûna mînîbûsa ku têde 50 kes hebûn û ji bo danûstandina îdê diçû bajêr de mayîna ku hatibû bicîkirin teqîya. Di encama êrîşa ku wê rojê hat kirin de 10 Misliman şehîd bûn û 40 kes jî birîndar bûn. Kesekî ku ji vê êrîşê birîndar filitî bû piştî demekê dîsa êrîşeke din a PKKê de hat şehîdkirin.

11 Mislimanên ku ji ber teqîna mayînê şehîd bûbûn di bernameya ku ji teref Karwana Şehîdan ve hat sazkirin de li ser qebrên xwe hatin bîranîn.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê birêz Huseyîn Yilmaz, endamê Lijneya Rêveberîyê Mahmût Îrtem, Serokê Bajarê Dîyarbekirê Farûq Dînç û ji gundên dorê gelek kes beşdarî bernameyê bûn.

Piştî xwendina Qur’an-a Pîroz Melle Bahattîn Demîrel axaftina xêrhatinê kir. Demîrel balê kişand ku di salên 90î da PKK ji bona ku millet derxe serê çîya pir tade li gundîyan kirîye.Demîrel dûre axavtina xwe wiha domand: “Rêxistina murted yek bi yek li gundan gerîya û ji me ra got ku, ‘Yan hûnê qîz û xortên xwe bidin me yan jî hûnê teslîmî me bibin; heger hûn vana nekin emê we ji gundên we derxin û we bikujin.’ Alim û gelên bi izzet yê vê herêmê vê zilmê qebûl nekirin. Rêxistina murted hêvîya xwe ji vî qewmî birî û dijminantîya eşkere bi vî qewmî re nekir. Bi kîn û kerbê mayînan danîn ser rêyên gundên me. Di meha Remezanê di roja şeva Qedrê roja înê de ev mayîn teqîya û 11 ezîzên me bi teqîna vê mayîne şehîd bûn. Me parçeyên şehîdên xwe ji derdora cihê êrîşê kom kir. Di nav kesên ku şehîd bûbûn de zarokên 11 salî jî hebûn ên wek M. Emîn û M. Xelîl. Van kûçikên derîyê Ewrûpa ji me re kêf û şahîya îdê nehiştin. Wallahî em heta sax bin em van şehîdan ne jibîr dikin û ne jî dihêlin werin jibîrkirin.”

Pişt re Mele Recaî Guler axaftinek kir û dîyar kir ku, “ Ev 11 Misliman ji ber ku Îslamê di jîyana xwe de bi heqî tetbîq kirin û ji însanan re digotin ji teref PKKê ve hatin şehîdkirin.“ Dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Îroj tiştê ku ji me re dikeve li ser milên me xwedî derketina doza şehîdan e. Xwedayê Teala ti mûsîbetî belasebeb naşîne ser însanan. Heger îroj Xwedayê Teala me bi hinek mûsîbetan, bi nexweşî û erdhejan îmtihan dike ji me hinek tiştan dixwaze ku ev bela û mûsîbetan dişîne ser me. Heger em îroj jibo van şehîdan kom bune divê em nefsa xwe bi van şehîdan re mûqayese bikin û wan bi çi hawî xebatan kiribin bi çi hawî berxwedan kiribin bi’elimin. Xwedayê Teala me neke ji wan kesên ku pişta xwe dane vê dawê. Ên ku pişta xwe dane vê dawê him li vê dinyê û him jî li axretê ewê rezîl bibin.“ (ÎLKHA)

f9d71f80-c98b-4bbb-a4a8-662afb60f82e-jpeg.jpg

e2d7c81b-0249-461d-9116-41a2df2ff7e8-jpeg.jpg

065cb635-9446-4a79-9bba-1ce56a043840-jpeg.jpg

065cb635-9446-4a79-9bba-1ce56a043840-jpeg-001.jpg

5e7bb7d6-6611-4301-8984-fe7d5284c64d-jpeg.jpg

76e8615e-dc09-4e4b-bc4a-86813dd67983-jpeg.jpg

e02f21ad-ea1a-4876-845a-3e308b56299a-jpeg.jpg

080d7cef-f480-4393-bd9a-795c5fe0af21-jpeg.jpg

b9bd613a-b0ad-4118-8d1a-bd7f34872172-jpeg.jpg

1c0a2e73-bea8-4191-933d-d5fea9e1deda-jpeg.jpg

8a88c51b-cbf8-4c00-a791-a3e31f3f52b4-jpeg.jpg

0d6136e4-b630-4332-a469-505950cea264-jpeg.jpg

afaf232f-5b2c-4701-9894-1081c5e96568-jpeg.jpg

819e5b94-acef-4603-b4dd-9bd18f178d88-jpeg.jpg

174d3c03-029e-4d4a-b666-eea7fb17cf9a-jpeg.jpg

07c5e6d5-8a44-4690-a769-d01fb6f450a9-jpeg.jpg

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.