Şehîdên Mayîna Qerejdaxê hatin yadkirin

Şehîdên Mayîna Qerejdaxê hatin yadkirin

Ji ser şehadeta 11 şehîdên ku li gundê Gogwerîya Qerejdaxê di sala 1994an de ji teref PKKê ve ku mayînê dabûn ser rêya wan û şehîd bûbûn re 30 salan derbas bûn, bi minasebetê salvegera şehîdan bername hat yadkirin.

11 Misilmanên ku di encama teqîna mayînê de li Gogwerîyê şehîd bûbûn, bi bernameya ku ji teref Platforma Karwanê Şehîdan ve hat tertîpkirin hatin yadkirin.

Bernameya yadkirinê bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir.

Mele Recaî Guler di bernameyê de axavtinekî silavdayînê kir û wî îfade kir van şehîdan ji bona ku gotine “Rebbê me Xwedê ye” û ji ber ku ew ji zilmê re serê xwe netewandine hatine şehîdkirin.

Mele Recaî di axavtina xwe de bal li ser zilm û qetlîama ku li ser Xezzeyê tê kirin jî kişand.

“Doza van şehîdan doza Xwedê û Resûlê Xwedê bû”

Mele Guler bal kişand ku xwîna şehîdan bereket e, “Îro mesulîyeta ku li ser me dikeve naskirina doza van şehîdan e, divê em zanibûn ku ew ji bo çi şehîd bûne, em hîn bibin ku wan zaliman çima wan kirine hedefa xwe û xwîna wan rijandine. Dema ku em biçin sala van birayên me yên ku şehîd bûne em li xwe binêrin gelo em çiqas doza Xwedê diparastin? Feqet Xwedê, doza xwe bi xwîna şehîdan belavê herêmê, dûre belavê Rojhilata Navîn û heta Ewrupayê kir. Hûn wan salên ku xwîna şehîdên me hatine rijandin, wan rojên ku dihat xwestin em ziîf bêne hiştin, êrîşên mirtedan, tiştên ku îdarevanên zalim ji me re dikirin bîrva nekin. Bi rastî doza van şehîdan doza Xwedê û Resûlê Xwedê bû.”

“Yê ku li ser milê me dikeve bîrvanekirin û ajotina doza van şehîdan e”

Mele Guler, “Çawa ku ji Resûlê Xwedê re zilm û îşkence hatîye kirin ji van Misilmanên ku doza Pêxember ajotine re jî ji teref rêkxistinê mirted ve êrîş hatin kirin, xwîna wan hatin rijandin, wê boyqota ku Mişrîkên Mekkeyî ji Misilmanan re dikirin, van mirtedan jî ji Misilmanên li vê derê re dikirin. Yê ku li ser milê me dikeve bîrvanekirin û ajotina doza van şehîdan e. Çawa ku em ji zarokên xwe re jîyana Resûlê Xwedê û eshabîyên wî didin hînkirin, wan kesên ku ji vê dozê re xizmetê kirine û bedêlê dane jî bidin naskirin.”

“Em îmkanên destê xwe bikar bînin û ji Xezzeyê re alîkarîya meddî bikin”

Mele Guler derheqê qetlîama ku li Xezzeyê tê kirin de jî axivî û weha got, “Dema ku em qala şehîdan bikin, li ser Xezzeyê xeber nedin nabe. Dema ku li vê herêma me 2 hezar şehîdên me hebin nêzê 5 mehan e li Xezzeyê bi hezaran Misilman têne şehîdkirin. Di nav vê Meha Remezanê ku em ê bikevinê de ji wan re duayan bikin. Em bi qasî îmkanên ku di destê me de hene ji wan re desteka meddî bidin. Misilmanên li wê derê bi îmkanên kêm cîhadê dikin. Xwedê cîhada li wê derê ji hemû Misilmanên li ser rûyê erdê re ferz kirîye feqet ummet niha di xewa xefletê de ye. Îro îdarevanên bêbesîret jî ketine nav zilletê, di bin tesîra emperyalîstan de mane û ketine nav tirsa ku ew ê qoltixê binê xwe winda bikin.”

Piştî axavtina Guler hunermendên Ozlem Ajansê îlahî û merşan gotin, dûre jî namzedê Serokê Şaredarîya Çinarê yê HUDA PARê Vedat Turgut axavtinek li dar xist.

“Kulmekî Misilman li hember sîyonîstan pişta xwe dane Rebbê xwe û micadeleyê didin”

Turgut îfade kir ku çawa meha Sibatê meha Şehadetê ye meha Adarê jî meha mezlum û mistezefan e, derheqê qetlîama ku 30 sal berê hat lidarxistin de jî axivî û weha got:

“Roja 10ê Adarê xaînên Kurdistanê mayînê kirin binê erdê û bûn sedema şehîdbûna van Misilmanan. Wê demê di alîyekî de wehşên serê çîya, di alîyekî de dewleta veşartî û hêzên tarî êrîşî neferên vê dozê kirin, wan qetil û birîndar kirin. Nêzê 25 hezar însanan kirin binê îşkenceyan. Çawa ku ji zilm û îşkenceya ji eshabîyan re hatibû kirin re bêdeng hatibû mayîn, qewet tinebû ku li hember wan zilm û îşkenceyan bihata sekinandin, îro jî li Fîlîstînê Cihûyîyê sîyonîst êrîşî Xezzeyê dike, kevir li ser kevir nahêle. Kulmekî Misilman li hember sîyonîstan; wek ciwanên Eshabî Kehf, Hezretî Huseyîn û hevalên wî, eshabê Uhdud, egîdên Qerejdaxê û pehlewanên Kurdistanê pişta xwe dan Rebbê xwe û micadeleyê dikin, bi îzna Xwedê ew ê ev micadele bighêje zeferê.”

Turgut derheqê rewşa însanîyetê ku li hember vê wehşetê di nav de ye de balan kişand û weha got, “Em dikevin nav meha Remezanê. Em nikarin destê xwe vebikin û bibêjin ‘Rebbê min me efû bike’. Niha di her deqîqeyê de li Xezzeyê bombe tê barandin. Di her sanîyeyê de dibistan, camî û xanî têne bombekirin; hemû Xezzeyî bi tevî pîrek, zarok, zilam û îxtîyar têne qirkirin. Dinya bêdeng e, serokan ji tirsa mewqî-meqamên xwe an jî ji ber menfeatên dewletên xwe alîkarîya Xezzeyê nakin.”

“Werin em jî wek micahîdên li Xezzeyê bi tevî malên xwe, canê xwe micadeleyê bikin, bi vê şeklê hem dinya hem jî axireta xwe xelas bikin”

Turgut di dawîya axavtina xwe de weha got, “Dea ku şehîdan şehîd dibin û dighêjin Cennetê ji Xwedê daxwaz dikin ku bila wan cardin ji dinyayê re bişîne û di rêya Xwedê de şehîd bibin. Werin! Heta ku hêj firsed di destê me de heye em di hizûra van şehîdan de tobe bikin û bi vê gotinê ‘Ya Rebbî em ji xewa xefletê şîyar bûn, me doza te û Pêxemberê te nas kir, em ê di rêya te de bimeşin, em ê zarokên xwe bi doza te mezin bikin, em ê ji dilê wan re hezkirina te û Resûlê Xwedê neqş bikin’ ji Xwedê re soz bidin. Werin! Em jî wek micahîdên li Xezzeyê bi tevî malên xwe, canê xwe micadeleyê bikin, bi vê şeklê hem dinya hem jî axireta xwe xelas bikin.”

Bername bi duayê dawî bû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.