Şehîdên Xirabê Ripin li ber serê qebrên xwe hatin bîranîn

Şehîdên Xirabê Ripin li ber serê qebrên xwe hatin bîranîn

Şehîdên Xirabê Ripin ên ku berî vê 32 salan ji teref PKKê ve hatin şehîdkirin di salvegera 32yemîn a şehadeta xwe de ji teref hezkirîyên xwe ve hatin bîranîn.

PKKyê ku qet tehemûlî dînê Îslamê û kesên xwedîyê nasnameya dîndar nedikir di salên 90î de çendîn caran êrîşên hovane bir li ser gundê Xirabê Ripina Hezexa Şirnexê û bi dehan Misliman şehîd kir.

Dema ku dîrok 26ê Hezîrana sala 1992yan nîşan dide PKKyî hov û dest bi xwîn cardin rûyê xwe yê reş nîşan da. PKKyîyên hov ên ku tehemûla wan ji Îslam û kesên dîndar re tunebû rêya Xirabê Ripin bi mayînan dagirtin. Dema ku Mislimanên ku li Xirabê Ripin dijîyan ji wê rêya bi mayîn derbas bûn mayîn teqîyan û di encama bûyerê de 4 Mislimanên bi navê Evdilkerîm Ozel(34), Îbrahîm Kartal(28), Hedîye Baştug(35) û Menîce Kartal(16) şehîd bûn.

Endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mela Elî Altun, îdarevan û serokên HUDA PARê û nas û hezkirîyên şehîdan beşdarî bernameya bîranînê ya ku li qebristana gund hat tertîpkirin bûn.

Bername bi tîlaweta Qurana Kerîm dest pê kir û bi axavtina Endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mela Elî Altun berdewam kir.

“Ji bo ku daw û doza Îslamê li ser van axan berdewam bike xuşk û birayên me canê xwe feda kirin”

Altun di axavtina xwe de balan kişand li ser ehemîyeta wê wezîfeya ku şehîd ji bo Îslamê kirine û got: “ Şehîd li dijî Fîrewnên esra me mîna sehabîyan micadele kirin.Hinek ji we dibe ku bûbin şahid. Dema ku me şehîdên xwe spart axê, me kurmên xwe jidandibû û tekbîran dianî û me tim û tim digot em ê qetîyan terka rêya we nekin, em ê heyfa we jî li erdê nehêlin û xwedî li daw û doza we derkevin. Me tevekan vê sozê dabû şehîdên xwe. Ji bo ku daw û doza Îslamê li ser van axan berdewam bike xuşk û birayên me canê xwe feda kirin. Bi vî awayî ew vê daw û doza Îslamê ji me re mîras hiştin. Şehîdên me îftîxara me tevekan in.”

Bernama bi diaya ku hat xwendin bi dawî bû.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.