Şerê cîranan bû felaket: 5 mirî, 5 birîndar

Şerê cîranan bû felaket: 5 mirî, 5 birîndar

Li navçeya Serdîvan a Sakaryayê di şerê çekdarî yê navbera cîranan de 5 kesan canê xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

Nîqaşa ku li Kolana 3167an a Taxa Beşkoprûyê di navbera du malbatan de dest pê kir zû ji şerê çekdarî veguherî.

Di şer de, Y.O., O.O. û V.Y. li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan,O.O. bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê û F.Y. jî li nexweşxaneyê digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da.

Bi tevahî 5 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn. Birîndar li nexweşxaneyan di bin çavdêriya polîsan de tên ragirtin.

Gelek polîs û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Hêzên ewlehiyê li derdora wê tedbîrên berfireh girtin.

4 şikdar hatin binçavkirin.

Di çarçoveya tehqîqatê de 4 şikdar di demeke kin de hatin binçavkirin, li cihê bûyerê gelek fîşekên vala û 4 çek hatin bidestxistin.

Midûrê Ewlehîya Sakaryayê Selçuk Doguş û Midûrê Şaxa Asayîşa Gel a Parêzgehê Serkan Kizilay hatin cihê bûyerê û lêkolîn kirin.

Derheqê şer de tehqîqateke berfireh hat destpêkirin û dewam dike. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.