Sermayê li welat jîyanê bi xerabî tesîrdar dike

Sermayê li welat jîyanê bi xerabî tesîrdar dike

Li bajarên bakur piştî barîna berfê hewaya qeşayê bandoreke xerab li jiyanê dike. Li gor daneyên meteorolojiyê bi şev germahiya hewayê dakete binê sifirê 32 pileyê.

Li herêma bakur hewaya sermayê tesîrî li bajarên Agirî, Erzirom, Erdexan û Qersê kir.

Li gor daneyên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê bi şev germa herî kêm li navçeya Horasana Erziromê di bin sifirê da 32,6 pile hat pîvandin.

Ji ber sermaya zêde li Agirî, Erdexan, Erzirom û Qersê qeşayên dirêj ên li ser banan û çem û robaran qeşa girt.

Berfa ku bi rojan bû li Agiriyê tesîrdar bû, şûna sermayê qeşa girt.

Li navenda bajêr qeşayên ku bilindahiya wan ji 1 metreyî derbas dibe çêbûn û bi şev germahî daket binê sifirê 25,7 pile.

Li gor daneyên Midûriyeta Herêma 16emîn a Meteorolojiyê, germahiya hewayê li gundê Hêliksan 7,8 pile û li navçeya Eleşkirtê 29,8 pile hat pîvandin, bi şev jî di bin sifirê da ye.

Sermayê tesîrê li Erdexanê jî kir.

Li bajarê ku bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da 20 pile hat pîvandin, ji ber hewaya sar rê û peyarêkan cemed girt û qeşa li ser banan çêbû.

Bajarê din ê ku hewaya sar lê tesîrdar e Erzirom e.

Germahiya hewayê ya ku bi şev hat pîvandin di bin sifirê da 23 pile hat pîvandin.

Ji ber sermayê cemed li ser banên avahiyan û kaniyan çêbûn.

Li Tirkîyeyê bi şev germahîya herî kêm li navçeya Horasana Erziromê di bin sifirê da 32,6 pile hat pîvandin.

Li Qersê ku hewaya sar lê tesîrdar e, bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da 21,4 pile hat pîvandin.

Li navçeya Sarikamişê ji ber sermayê camên mal, otomobîl û cihên kar di bin qeşayê de man. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.