Seroka Malbat û Pîrekana HUDA PARê Sulun: Tenê kelheyekê me ma, ew jî malbat e

Seroka Malbat û Pîrekana HUDA PARê Sulun: Tenê kelheyekê me ma, ew jî malbat e

Seroka Malbat û Pîrekana HUDA PARê Aynur Sulun di daxuyaniya xwe ya derheqê panela ‘Kelha Dawî Malbat’ ku li Enqereyê wê 23ê Sibatê roja Yekşemê çêkin de peyivî o got, “Tenê kelheyekê me, tenê sitegehekê me ma, ew jî malbat e."

Seroka Malbat û Pîrekana HUDA PARê Aynur Sulun, berîya panela ‘Kelha Dawî Malbat’ ku li Enqereyê wê di 23ê Sibatê roja Yekşemê çêkin de peyamên girîng da.

“Daneyên zewacê dikeve”

Sulun di daxuyaniya xwe de wiha got, “Tenê kelheyekê me, tenê sitegehekê me ma, ew jî malbat e. Malbata me bi talûkeyeke mezin re rûbirû ye. Mixabin her ku roj derbas dibe rêjeyê zewacê dikeve. umrê zewicînê zêde dibe. Rêjeya zayînê, ketiye binê xwe nû kirina nufûsê. Emê li ser vê pirsgirêka ku em ketine panelekî çêkin.

Înşallah emê di vê panelê de derheqê talûkeyên ku malbatê dorpêç kirine de, di dîroka însaniyetê de cihê malbatê, girîngîya wê û hewceyîya malbatê bipeyivin. Her wiha em dixwazin ji bo malbatên ku pisgirêkên wan hene, li ber hevdu berdanê ne û malbatên ku ji bo hevdû berdanê muraceatî mehkemeyê kirine ‘Sîstema Hekemtîya Malbatê’ bê çêkirin. Em wisa difikirin ku bi saya vê sîstemê ger pirsgirêkên di navbera hevjînan de bên nîqaşkirin wê çareser bibin, wê gelek pirsgirêk bên çareserkirin û piraniya malbatan wê ji telaqê vegerin, aştî û silh pêk were.”

“Pêşniyara çareseriyê ya ku Xwedayê mezin ji bo evdên xwe yên mu’min destnîşan kiriye, sîstema hakemtîyê ye”

Sulun behsa girîngîya sîstema hakemtîyê kir û got:

“Pêşniyara çareseriyê ya ku Xwedayê mezin ji bo evdên xwe yên mu’min destnîşan kiriye, sîstema hakemtîyê ye. Xwedayê mezin di Sureya Nîsayê Ayeta 35. de dibêje ku, ‘Eger hûn ji xerabûna navbera jin û mêr endîşe bikin, hekemekî ji lêzimên mêr û hekemekî ji lêzimên jinê bişînin cem wan.’ Û dixwaze pirsgirêk bi vî rengî bê qedandin.

Em dizanin ku ger mesele bi temamê çarçoveya xwe bê nîqaşkirin helbet wê gelek aliyên wê bên çareserkirin. Belê, ma çima malbatên ku bi şahî tên avakirin, bi carekê de hilweşe, hevser bigrîn, zarok perîşan bibin û malbat ji ber pirsgirêkên ku qalikê guîzê tije nake xirabibe!”

“Em temamê gelê xwe dawetî vê panelê dikin”

Sulun gelê Enqereyê dewetî panela ku wê 23ê Sibatê roja Yekşemê bê çêkirin kir û got, “Belê, bi vê minasebetê em hemû gelê xwe vedixwînin panela xwe ya ku em ê li ser van hemûyan biaxivin û em hêvîdar in ku Xwedayê me yê mezin xêr û bereket bike.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.