Serokê Giştî yê HUDA PARê li Semsûrê çû serdana erdhejzedeyan
Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê li Semsûra ku ji ber erdhejê wêran bûye ziyaret kir û derd û kulên welatîyan guhdar kir.
Yapicioglu û lijneya pêre pêkve li bajêr lêkolînan kirin û derd û kulên welatîyên ku ji erdhejê zirar dîtine guhdar kirin. Yapicioglu di hevdîtinan de bû hevderdê wan kesên ku li ber serê enqaza li benda derxistina nasên xwe bû û ji wan re sebir daxwaz kir.
Yapicioglu û heyeta pêre dûre çûn serdana sazîyên alîkarîyên yên bi navê Karwana Hêvîyê, Avrupa Yetîm Elî, IHO EBRAR û Weqfa Yetîman ên ku ji roja ewil ve li herêmê alîkarîya erdhejzêdeyan dikin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.