Serokê Giştî yê HUDA PARê: Partîya me tesîreke zêde li ser encamên hilbijartinê kir
Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê derheqê encamên hilbijartinan de nirxandinek kir.
Yapiciogluyê ku encamên hilbijartinan nirxand destnîşan kir, gel îstîqrarê tercîh kir û rê neda emperyalan. Yapicioglu dûre wiha li nirxandina xwe zêde kir: “Di gera duyem a hilbijartinên serokomarîyê de Serokomar Recep Tayyîp Erdogan muzaffer bû. Ez wî ji ber vê serkeftinê pîroz dikim. Ez hêvî dikim ku ev netîce ji bo welat û milletê me bibe wesîleya xêr û bereketan.”
“HUDA PAR tesîreke zêde li ser encamên hilbijartinê kir”
Yapicioglu di berdewama nirxandina xwe de balan kişand li ser wan derew û îftîrayên ku derheqê HUDA PARê de dihatin gotin û destnîşan kir, netîceya ku di hilbijartinan de derket ji bo van derew û îftîrayan cewabek e. Yapicioglu dûre wiha got: “Ew hêzên şer ên herêmî û kûrewî yên ku siyaseta xwe ne ji ser reqabetê ji ser kîn û nefretê kirin û her wisa kampanyayên xwe yên hilbijartinê ji ser derew, îftîra û propagandayên reş birêve birin û çav berdabûn îstîqbala milletê me winda kirin û mexlûn bûn. Bêşiphe ên ku qezenc kir 85 milyon welatîyên me ye. Em bawer dikin ev netîceya hilbijartinê ji bo sedsala nû ya Tirkîyê heyameke muhîm e. Înşaallah ew ê welatê me di pêvajoya bê de dê bi hêztir li rêya xwe berdewam bike. Divê bê gotin di vê pêvajoyê de HUDA PAR bi helwesta xwe ya sîyasî û bi pratîka ku nîşan da bû aktotekî girîng. HUDA PAR tesîreke zêde li ser encamên hilbijartinê kir.HUDA PARa ku di hilbijartinan de dengeyan guhart him di hilbijartinên parlementoyê de û him jî di yên serokomarîyê de ji sedî sed gihaşt hedefên xwe û hebûna xwe bir Meclîsê. Ez cardin hêvî dikim ku encam bibin wesîleya xêran.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.