Serokê Giştî yê HUDA PARê peyama Qandîla Mewlidê weşand
Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê ji ber minasebeta salvegera wîladeta Hz. Muhammed(s.x.l.) peyamek weşand.
Ji ber minasebeta salvegera wîladeta Hz. Muhammed(s.x.l.) ji teref Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê ve peyamek hat weşandin.
Saglam di peyama xwe ya ku weşand de destnîşan kir; bila îşev bibe wesîleya rizgarbûna temamê mezlûmên cîhanê.
Saglam di berdewama peyama xwe de wisa got: “ Rebbê me, bike nesîbê me ku em bibin xwedîyê exlaqa wî ku ew ji bo kamilkirina exlaqa xweş hatiye şandin. Dîsa Rebbê me, bike nesîbê me ku em ji ser sîreta wî dîsa bigihijin esra seadetê. Bila Mewlida Nebî bibe wesîleya hişyarbûna ummetê û rizgarîya temamê mezlûmên cîhanê. Qandîla we ya mewlidê pîroz û mibarek be.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.