Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: Biratî bi tenê gotinê nabe, qanûneke biratîyê heye û wê qanûnê bi cih bînin
HUDA PARa ku bi şîara “Siyaseta Durist û Edaleta Rast” da rê ji ber salvegera xwe ya 10emîn a damezrandina xwe bernameya pîrozbahîyê tertîp dike.
Ji bilî Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu her wisa endamên damezrîner ên partîyê, akademîsyen, temsîlkarên STKyan û gelek zêde endamên partîyê beşdarî bernameya pîrozbahîyê bûn.
Bernameya ku pêşkêşvantîya wê ji teref Mustafa Tufan ve tê kirin bi tîlaweta Qurana Kerîm a Omer Akgul dest pê kir.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu di bernameya pîrozbahîya salvegera damezrandina 10emîn a partîya xwe de axavtinek kir.
Yapicioglu di axavtina ku kir de derbarê mijarên mîna meseleya Kurd û çareserîya wê, bêedaletî, hedefgirtin sazîya malbatê, nîjadperetî û qewmîyetperstîyê de nirxandinên balkêş kir.
Yapicioglu di destpêka axavtina xwe de qala tiştên ku nav 10 salan de kirine kir û weha axivî, “Me di nav şeş mehan de bi organîzekirina li 41 bajaran û lidarxistina 1emîn kongreya xwe ya asayî ya mezin şarezayiya beşdariya di hilbijartinan de bi dest xist û em di hilbijartina 2014an de bi tenê çend bajaran de beşdarî hilbijartinê bûn, lê em di vî warê de jî bûn partiya 8emîn. Di wê hilbijartinê de herî zêde raygirt. Bi parastina şiyana xwe ya ji bo beşdariya di hilbijartinan de, em beşdarî hilbijartinên giştî yên dawî yên sala 2018an bûn, bi diyarkirina namzedan li 81 bajaran û rayên xwe du qat zêde kirin. Bi vî awayî, me nîşan da ku em ne tenê partiyek nîşana navan in. Me nîşan da ku mirov bê derew, îftira, îftirakirina muxalifên siyasî û ya herî girîng jî bêyî xapandina raya giştî dikare sîyasetê bike. Me li gorî armanca xwe ya qezenckirina fezîlet û rûmetê ya ji siyasetê re derketin rê. Me pirsgirêk û gazinên ku her kesî ji bîr kiribûn an jî bêdeng mabûn, ji ber ku qezenca wan pirsgirêkan a siyasî tunebû anît rojevê. Em ji bona ku xerebûna exlaqê re bibêjin bisekine, ji gelek tertîpkirina projeyên wek ETCEPê re asteng bûn. Me di sala 2012an de ev rastiya ku pêkhateya niha ya Neteweyên Yekbûyî û bi taybetî Encumena Ewlekariyê bê domdar e, anî rojeva siyasî û di sala 2013an de di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de veguherî slogan û doktrîneke siyasî ku “Cîhan ji pencan mezintir e.” Deh sal heya ku mûçeya herî kêm bê bac be, me bi berdewamî vê xalê anît ziman û di dawiyê de jî salekî berê ev jî çêbû. Daxwazeke me ya din a bi israr ji bo mûçeya herî kêm heye û heta ku em di wê mijarê de jî encamekê bi dest bixin emê li ser israr bin. Ew çî ye? Ji danasîna mûçeya herî kêm re, dexlkirina malbata karker jî ku ew jê berpirsyar e ye. Derdê me daîma xizmetkirina ji gelê me re bû ne şer û nîqaş bû. Me bi vê helwesta xwe di gelek mijarên ku me anîne rojevê de rêbertiya hikûmetê kir û di avêtina gavan de jî em bûn wesîle. Mînak hişyariyên me yên li ser Peymana Stenbolê piştî 9 salan jî hatin bihîstin. Lê mixabin qanûnên ku ji bo cîbicîkirina vê girêbestê hatine derxistin, bi taybetî yasaya bi jimareya 6284 an jî madeyên ku li qanûnên heyî hatine zêdekirin di cihê xwe de mane û xerakirina xwe jî didomîne. “Cînsîyeta Civakî” ya ku ew hewl didin şûna cinsê biyolojîkî bigirin, di rêzikname û qanûnan de cihê xwe diparêze. Mînak hemû qenalên televîzyonê bi qanûnî mecbûr in ku polîtîkaya weşanê ya li gorî wekheviya cînsîyeta civakî diyar bikin û pêk bînin. Hemû tiştên ji rê derketî û zîna serbest in, lê dengê kesên ku ji ber ku di ciwanîyê de zewicîn êş û azaran dîtine nehatiye bihîstin. Ji bo parastina malbat û pênasîya wê veguherîna makeqanûnê hazirîyan hatin kirin û teqdîmê meclîsê hatin kirin. Her wiha dê daxwaza me ya garantîkirina hicabê ya makeqanûnî jî pêk were. Me her tim digot, li şûna ku em bi îthalat û înşaetê mezin bibin, divê em bi veberhênan, kar, hilberîn û îxracatê mezin bibin û kêmasiya hesabê heyî û pirsgirêka deynê ji holê rakin. Ev modela mezinbûnê ev salek e hewl tê dayîn ku were tetbîqkirin, lê mixabin di derbarê kêmasiya hesabê heyî de hêna jî ti pêşketin çênebûye. Me çêkirina makeqanûna nû dema ku di rojeva her kesî hatibû derxistin de jî xist rojeva xwe û em ê heta ku em ji makeqanûna cûntayê xilas bibin dev jê bernedin. Dema ku welat ji bendên krîtîk derbas dibû, me li ser milê millet, aramî û ewlekariya gel cih girt û cih ji kontrayên kaos û kujerên wan re holê nehişt. Ligel her cure xerabî û nebaşî, buxtan, heqaret û heta rastî êrîşan jî me hewlên krîmînalîzekirina me têk birin. Israr û hetta êrîşên rastîn, me hewildan ji bo sûcdarkirina me bi ser neket. Me planên gelê serhildêr têk bir. Me ji sîyasetê re nerîneke nû ya muxalefetê anî. Me got ku ji kê tê bila were em ê li heqîqetê xwedî derkevin û yek ji me jî xeletiyê bike jî em ê li dijî wê bisekinin. Tê bîra we, dema ku di Kanûna 2017an de behsa bûdceya sala 2018an dihat kirin, cîgirê serokê komê yê yek ji partiyên muxalefetê di parlamentoyê de gotibû, “Her çend hikûmet li cîhanê karê rast bike jî, em ne di dilê xwe de ne vê hikûmetê li çepikan bidin. Ev erka ku gel daye me ye.” Heman kesî da zanîn ku beriya 3 rojan di dema danûstandinên bûdceyê de wan weke muxalefet di mijarên pêwîst de piştgirî dane hikûmetê. Çend mînakan da û got: “Ji Xwedê bitirsin, em ê ji qencan re bibêjin baş û ji xeraban re jî bibêjin xerab. Em dikarin lîsteyê bêtir dirêj bikin, lê bes e. Bi kurtasî me bawerî da hevalê xwe, berî ku dijminên milet qazanên fesadiyê kelînin, diviyabû millet di hevkêşeyê de HUDA PARê binivîsanda.”
Malbat
Zekerîya Yapioglu di axavtina xwe de derheqê malbatê de jî axivî û ji hikumetê re bang ki, “Em li ber we banga xwe ya ji hikûmetê re dubare dikin: Ji bo parastina malbatê, teşwîqkirina zewacê û dayina nirxê ku heq dike gavan bavêjin. Ji bo dayikên ku di cîhanê de yek ji karên herî dijwar û hêja dikin mafên emekdarîyê bînin. Piştgiriya ku hûn didin kesên ku zarokên xwe didin nihêrvanan ji dayikên ku zarokên xwe xwedî dikin re jî bidin. Piştgiriya prîma sîgorteyê ji wan re peyda bikin û wan emekdarî bikin. Ji kesên ku herî kêm 25 sal in zewicandine re ji bo ku heqê emekdarîyê bê dayîn qanûnan derxin. Ji bo kesên ku ev 15-20 sal in zewicî ne, eger hebe wergirtina teqawîdên ku dê û bavên xwe hiştine bistînin şertê hevberdanê neynên, dema ku hûn ev şertê tînin derbeyeke dinê li malbatê dixin.”
Meseleya Kurd
Yapicioglu derheqê meseleya Kurd de jî nerînên got û weha axivî, “Mînak li ser çareseriya meseleya Kurd ku yek ji meseleyeke herî bingehîn ên welat e, guh bidin dengê me. Çareserî ne pir zehmet e. Ji ber vê yekê çareserî çi ye?
Çareserî tesîskirina edaletê ye. Ger hûn dixwazin aştiyê temîn bikin, divê hûn edaletê tesîs bikin. Tiştê ku hûn ji xwe re dixwazin, hûn ê ji bo yên ku hûn jê re dibêjin bira jî bixwazin. Tiştê ku hûn naxwazin ji we re bê kirin, hûn ji bi birayên xwe re jî nakin. Hûn ê bê muzakere mafên meşrû îade bikin.
Weke mînak, dev ji israra nenaskirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê berdin.
Biratî bi tenê gotinê nabe. Qanûneke biratîyê heye û wê qanûnê pêk bînin.
Bêyî çareserkirina pirsgirêkên xwe yên navxweyî hûn nikarin li derve bi bandor bin û ji midexeleyên derve re jî vekirî bibin.”
“Em ne netewperest û nijadperest in, em nabêjin parastina mafên miletekî ku dûçarê neheqî û bindestîyê bûye nijadperestîye”
Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de weha axivî, “Em ne bê kok in, dîroka me ne ji sala 1923 û ne jî ji sala 1071ê dest pê kiriye. Dîroka me bi bavê me Hz. Adem dest pê kir, peymana me hê kevntir e. Me li Bezm-î Elestê soza xwe da û em mirovekî bi gotina xwe ne. Ew ne tenê Afirînerê me ye, ew Îlah, Xweda û Rebbê me ye. Tewhîd û edalet sabîteya me ye, em tawîzan nadin. Weke ku min di 1. Kongreya Mezin a Asayî ya 30ê Hezîrana 2013an de got:
Weke leşkerên azad ên Doza Azad em bi hev re ji dost heta dijmin dibêjin: Em ne rastgir û ne jî çepgir in, em rêwiyên navîn in. Em ne yên ku dewletê pîroz dikin in, lê em anarşîzm û kaosê jî naxwazin. Em li dijî bikaranîna dîn di siyasetê de ne û bikar anîna siyasetê li dijî dîn jî ne. Em ne netewperest û nijadperest in, em parastina mafên neheqî û gelên bindest wek nijadperestî nabêjin. Em siyaseta li ser bingehên etnîkî xelet dibînin. Em guncav nabînin ku em siyasetê ji bo asîmîlekirina etnîsîteyên cuda weke amûrekê bikar bînin.
Em li dijî kapîtalîzma ku sermayeyê dide pêşîya her tiştî û berjewendîyên şexsî dike pût. Lê em milkiyeta taybet red nakin û dijminatiya sermayê nakin. Em naxwazin hundirê mala kesî bê sîxurî û guhdarîkirin. Lê em razî nabin ku kiryarên bêedebî li gel, li parkê, li rawestgeha otobusê an jî li kolanan bên pêşandan. Em maf nabînin ku bawerî û ramanên xwe li ser kesên din ferz bikin. Lêbelê, em qebûl nakin ku em ji pêkanîna hewcedariyên baweriya me were asteng kirin. Em parêzvanên mafê wan ên ku bi dînên din bawer in ku îmana xwe bi cih bînin, alimên xwe yên dînî mezin bikin û îbadetên xwe bi cih bînin. Em ne xeyalperestên ku nigên wan naghêjin ‘erdê ne. Îdealên me yên ku ji bo wan em amade ne ku her qurbanî bidin hene. Em ji dil bawer dikin ku dê ev îdeal bi cih werin. Û em tu carî ne dilxemgîn in.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.