Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: Divê bûyera li Mêrdînê bi hemû pîvanên xwe bi lez û bez bê ronîkirin
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu derbarê êrîşa ku doh bi şev li Mêrdînê di encama êrîşa çekdarî de 5 kesên ji 2 malbatên Duhokê canê xwe ji dest dan de, şermezar kir û diyar kir ku divê bi lez û bez hemû aliyên bûyerê bên ronîkirin.
Yapicioglu li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyand ji bo kesên ku di êrîşê da mirine rehma Xwedê û ji malbatên wan re jî sebir xwest.
Yapicioglu weha got, “Şeva borî li ser rêya Mêrdîn-Nisêbînê ji du malbatên Duhokî 3 jin û 5 kesên bêguneh hatin kuştin. Ji Xweda rehma xwe li birayên me yên di vê êrîşa xiyanetê de canê xwe ji dest dane û ji malbatên wan ên xemgîn re jî sebrê dixwazim. Ez lenet li qatilên wan dikim. Divê di demek herî kin de bûyer bi hemû aliyên xwe bê ronîkirin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.