Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: Ev felaket li alîyekê biratîya me xurt kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: Ev felaket li alîyekê biratîya me xurt kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu got, “Em ji rojên ‘ewil di nav seferbertîyê de bi milletî bûn alîkarî û ji her alîyê re barîyan. Ez difikirim ku em bi sazîyên civakî yên sîvîl, sazîyên gel, şexis û birêveberîyên mehellî îmtîhaneke baş dan.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ji roja ‘ewil heta niha li alîyê erdhejzedeyan e û ev hevdîtinên xwe didomîne.

Yapicioglu vê carê jî li Kinikanê ye.

Yapicioglu welatî û erdhejzedeyên ku di erdhejê de xanîyên wan xera bûne an jî tesîrdar bûne zîyaret kir, pirsgirêk û derdên wan gohdar kir. Yapicioglu dû re jî çû bajara konan û li wê derê jî zîyaretan kir dûre jî ji rayedaran agahîyan girt.

Yapicioglu, piştî ev zîyareta bajara konan pirsên çapemenîyê bersivand.

“Birîn bi piranî hatine dermankirin”

Yapiciogluyê ku diyar kir li Kinikanê bi piranî birîn hatine dermankirin weha got, “Xwedê cardin bira êşên ewakî nîşanê me nede û nede kişandin, em bi erdheja ku qadeke berfireh, 11 bajaran bandor kirîye, bûye sedema xerabûnên mezin hejikîn. Me herêmên ku erdhej li wê derê bandor bûye zîyaret kir, ji hinek herêman re jî ji carekî zêdetir çûn. Em bi 12 ekîbên cuda li sehayê ne. Îro jî cardin hatin bajarê xwe yê Kinikanê. Em li vê derê erdhejzedeyan gerîyan; birîn bi piranî hatine dermankirin.”

“Divê ku ji malbatên ku astengdarên wan hene re ji têketina qonteyniran re pêşevanî bê dayîn”

Yapiciogluyê ku bal kişand divê ji malbatên ku astengdarên wan hene re ji têketina qonteyniran re pêşevanî bê dayîn weha axavtina xwe domand, “Çîmkî dibe ku êdî xelaskirina însanên ku di bin kavilan da ne, lazimatîyên xwarin û wargehê, lazimatîya germbûnê nayê xeberdayîn. Em di sehayê de gerîyan, em bi hinek malbatên ku astengdarên wan hene re rûbirû bûn. Daxwazîyên wan yên ku bi lez û bez bikevin nav konteyniran heye, ev daxwazîyê ji me re gotin. Ji me dipirsin ka ew ê kêngê bikevin nav wan konteyniran? Divê ku ji malbatên ku astengdarên wan hene re ji têketina qonteyniran re pêşevanî bê dayîn.”

“Merheleya ji vê pê ve, têketina erdhejzedeyên me ji cîhên mayînde ye”

Yapicioglu diyar kir ku gerek pirsgirêka sitargeha erdhejzedeyên me bên çareserkirin, “Encax rewşa hewayê li gorî rojên ‘ewil yê erdhejê germ bûye, bi tevî germbûna hewayê pirsgirêka sitargehê jî li vê derê zêde ye. Berîya ku em werin li vê derê me çû Sazîya Wargehên Kredîyê. Li wê derê jî hezar û 800 kesan dimînin. Bi îzna Xwedê ew ê van birînan bi şekleke lezgîn bên dermankirin. Merheleya ji vê pê ve jî êdî, têketina welatîyên me yên erdhejzede ji sitargehekî, bi tespîtkirina cîhan dest pêkirina înşeatan e. Hêvîya xelkê tiştên ku me di sehayê de dîtîye ye.”

“Em bi milletî bûn alîkarî û ji her derê re barîyan”

Yapicioglu diyar kir ku ew di serê seatên ‘ewil yê erdhejê de di sehayê de ne axavtina xwe weha berdewam kir, “Ez dixwazim ku binê ev tiştê xêz bikim; Em di rojên ‘ewil de bi willetî bûn wek alîkarî û ji her derê re barîyan. Ez wisa difikirim ku em bi sazîyên civakî yên sîvîl, sazîyên gel, şexis û birêveberîyên mehellî îmtîhaneke baş dan. Ez vê gotina xwe tu cudatîya komekî an jî partîyekî nakim dibêjim. Dibe ku îstisnayên wê hebe, lê xelkê me bi piranî îmtîhanekî baş da, bi îzna Xwedê ez di vê bawerîyê de me. Xwedê car din êşên ewakî nîşanî me nede û nede kişandin, bi vê şeklê em bi felaketên ewakî re rûbirû nebin, lê felaket li alîyekî jî biratîya me qewettir kir, rojhilat û rojavayê welat, bakur û başûrê welat nêzê hev kir. Însanên me nêzê hevdû kir. Ev jî pozîtîfa vê karê ye belkî.”

“Ji kerêma xwe alîkarîyên xwe dor bi dor bişînin, ev alîkarîyê ji wextê re parve bikin”

Yapicioglku diyar kir ku alîkarîyên ku ji erdhejzedeyan re tênê divê ku bi koordîneyî were û ji wextê re bê belavkirin, “Lazim e ku em ev tiştê bînin bîra xwe; di rojên ‘ewil de raste alîkarî gelek zêde hatin kirin, ji herêmê alîkarîyeke mezin barîya. Hetta hinek rayedaran ev daxuyanîyê dan; bese êdî bese, alîkarîyên ku hûn dişînin zêde ye û îsraf dibe. Bi rastî jî di rojên ‘ewil de dibe ku roja ‘ewil kêmasî be, lê di rojên sisê û yên dinê ji zêdetirî lazimatîyê nan hat û hinek ji wan beyat bûn, xwarinên ku dîroka wan yê derbasbûnê kêm bûbûn, îsref bûn. Feqet em ev tiştê bîrva nekin; piranîya erdhejzedeyan bi taybetî jî ew ên ku di konan de dijîn nikarin xwarinên xwe çêbikin, ji wan re şîv tên çêkirin û teslîmê wan tê kirin an jî ji wan re tê belavkirin. Gelek sazîyên civakî yê sîvîl, sazîyên alîkarîyê, weqf, komele û wek wan hene ku şîvê belav dikin. Û piranîyê wan zexîreyên ku depo kirine kêm bûye, hetta yên hinekan qedîya ne. Alîkarîyên ku di carkî de ewakî zêde tênê û qûtbûna wan yê ji nişkav ve ew ê pirsgirêkên mezin derbixe holê. Çîmkî gelek însanên ku mihtacê ev alîkarîyê ne hene. Ez ji hemû xêrxwazan re dixwazim ku vê bangê bikim; ji keremên xwe alîkarîyên xwe dor bi dor bişînin, ev alîkarîyên xwe ji wextê re parve bikin û belav bikin, parçe parçe bişînin, ku bira ev xwarinan xera nebin û îsref nebin ku bira welatîyên me yên ku lazimatîyên wan hene ji xwe re bigrin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.