Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu ji bo Arurî peyama şînê belav kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu ji bo Arurî peyama şînê belav kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu, “Rejîma sîyonîst bi êrîşa ku li Libnanê lidarxist ne tenê Fîlîstînê, ew di serî de welatên herêmê û hemû welatên Îslamê tehdît kirîye û ew cardin nîşan daye ku li ber aştî û hizûrê astengîya herî mezin ew e.”

Yapicioglu li ser hesaba xwe yê medyaya civakî daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de weha got:

“Ji bawermendan hin zilamên wisa hene ku wan ew peymana dane Xwedê bi cih aniye. Vêca hin ji wan canê xwe feda kirin û hin ji wan jî çavnêriyê dikin û peymana xwe neguhartine (li ser soza xwe man e).

Bila Rebbê min şehadeta wan qebûl bike, meqamên wan alî bike. Rihê wan şad bibe.

Rejîma sîyonîst bi êrîşa ku li Libnanê lidarxist ne tenê Fîlîstînê, ew di serî de welatên herêmê û hemû welatên Îslamê tehdît kirîye û ew cardin nîşan daye ku li ber aştî û hizûrê astengîya herî mezin ew e.

Hikumetên ku hêna jî li hember van qetlîaman dest bi hereketê nekirine jî hevparê vê cirmê ne.

Kî piştgirîyê didê bila bidê rejîma sîyonîst ji tunebûnîyê ew ê xelas nebe û ev êrîşên wan ên rezîl jî nikaribe berxwedana Fîlîstînê bide sekinandin.

Ez ewladên egîd yên berxwedanê ên ku li hember êrîşên rejîma sîyonîst wek çîyayekî disekinin silav dikim. Em ê daîma li cem xûşk û birayên xwe yên Fîlîstînê bin.

Ez ji şehîdan re ji Xwedê daxwazîya rehmê, ji xûşk û birayên xwe yên Fîlîstînê re sebrê daxwaz dikim.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.