Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu: Îslam pîvana me ya di siyasetê de ye

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu: Îslam pîvana me ya di siyasetê de ye

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê di bergeha ziyaretên memleket de li Edeneyê bi temsîlkarên STKyan û rîspîyan re hat ba hev.

“Divê bê zanîn li welatê Mislimanan tiştên ku ne li gorî bawerî û eqîdeya Mislimanan e nikarin bên kirin”

Yapicioglu di hevdîtina ku kir de destnîşan kir ew ji roja ku dane rê vir ve di siyasetê de ji xwe Îslamê kirine pîvan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xwedayê Teala ji bo me însanan pîvanek û sînorek danîye.Çawa ku di her qada jiyana me de pîvan Îslam be di siyasetê de jî pîvana me Îslam e. Em mecbur in ku di daîreya meşrû de bimînin. Ev bû 20 sal ku Misliman li îqtîdarê ne. Me zen kir ku êdî Îslam bûye îqtîdar û ew ê dewlet nesleke dîndar derîne holê. Lê aqûbet çi bû? Îro em gazinan dikin û dibêjin rewşa xortan nebaş e. Perwedekirina nesleke dîndar wezîfeya civaka sîwîl e.Yanî wezîfeya me û we ye. Belê hinek tişt hene ku divê ji teref hikûmetê ve bên kirin. Divê bê zanîn li welatê Mislimanan tiştên ku ne li gorî bawerî û eqîdeya Mislimanan e nikarin bên kirin.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.