Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu peyama Remezanê da

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu peyama Remezanê da

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, bi destpêka wesîleya meha Remezanê ku siltanê 11 mehan e peyamek belav kir.

Yapicioglu, di peyama xwe ya ku li ser platforma medyaya civakî belav kir de weha got, “Ez ji Xwedê daxwaz dikim ku bila ji hemû mezluman re bi hirmeta Remezanê, derîyê selametê vebike.”

Temamê peyama Yapicioglu ewakî ye:

“Hemd û sena ji Xwedayê dilovan re ku me dîsa gihandîye meha Remezana ku meha rehmet, mexfîret û bereketêye. Ev meha bimbarek ku di wî de Qurana ku ji bo însanîyetê rêber e hatîye şandin, îqlim û demsala xelasîyê ku sebr û şikir bi herî xweşik xwe nîşan dide ye.

Ez ji dil û can daxwaz dikim ku bila ev Remezana ku di vê dewra ku ummet û însanîyet di nav rojên zor û zehmet de derbas dibin de ji derîyên xêrê re bibe wesîle. Ez ji Xwedayê xwe dawxaz dikim ku bila vê meha Remezanê ji bo mezlûman di serî de mezlumên Xezzeyî, bi giştî yê hemû mezlumên ku di nav herbê, birçîbûnî û êrîşan de ne re bibe wesîleya derîyên xêrê.

Xûşk û birayên min ên bi qedr û qîmet;

Remezan ne tenê ew e ku em bi rojîyê birçîbûnîya wî hîs bikin; di heman demê de ji bona ku em ji kûrahî tinebûnî û birçîbûnîyê hîs bikin firsedek e. Em di vê meha bimbarek de, di nav şiûrekî ku cîranê wî birçî ranekeve de bin û bi vê şeklê bijîn. Em sifreyên xwe parve bikin, em destê xwe bidin ser serê êtîman, bibin kesê bêkesan. Di demên fitarîya ku demê qebûlbûna duayan e de ji bo vejîn û yekîtîya ummetê, û ji bo dawîbûna zilman ji Xwedê re duayan bikin.

Ji bona ku em xizmîtî û biratîyên xwe qewettir bikin micadele bikin. Bi vê wesîleyê Remezana hemû Alema Îslamê ji dil û can pîroz dikim; daxwaz dikim ku bila ev meh tenduristî, hizûr û bereketê bîne.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.