Serokê Komeleya Evîndarên Pêxember a Entabê Yaçîn: Dawî li tenêtîya Xezzeyê bînin

Serokê Komeleya Evîndarên Pêxember a Entabê Yaçîn: Dawî li tenêtîya Xezzeyê bînin

Serokê Komeleya Evîndarên Pêxember Muhammed Ata Yaçîn di axaftina xwe ya li bernameya Mewlîd-î Nebî de weha got, "Gelê Xezzeyê wezîfeya xwe pêk anî, êdî dora me ye! Werin em piştgiriyê bidin berxwedanê, werin em bi hev re lêkirina Xezzeyê pêk bînin."

Bi hezaran kes beşdarî bernameya Mewlîd-î Nebî ya ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Entabê hat tertîpkirin bûn.

Bernameya ku bi tîlaweta Qur'anê dest pê kir bi îlahî û axaftinên bi coş dewam kir. Di bernameyê de li ser berxwedana Xezzeyê peyamên tund hatin nîşandan.

Bername li Qada Îstasyonê bi tevlîbûneke xurt pêk hat.

Bernameya ku ji teref Recep Fîdancî ve hat lidarxistin bi tîlaweta Quranê ya Ahmet Hayta ve dest pê kir. Piştre Serokê Komeleya Evîndarên Pêxember ê Entabê Muhammed Ata Yaçîn axaftina vekirinê kir.

Yaçîn bal kişand ser rewşa ummetê û weha dest bi axaftina xwe kir:

"Silav ji bo şopdarên Rêberê Berxwedana Hz. Muhammed ku li Mekkeyê serî li ber muşrîkên û cihûyên li Medîneyê netewand û bi îzzet li ber xwe da. Îro li erdnîgariya Mislimanan hovîtî û zulmeke mezin tê kirin. Me bi çavê xwe dît ku dinya çiqas bê rehm û bê dil e."

"Ev şerê Furqanê ye!"

Yaçîn destnîşan kir ku berxwedana li Xezzeyê ne şerekî asayî ye, micadeleyekî dîrokî ye ku tê de heqî û neheqî ji hev tên cudakirin.

"Ev şerê Furqanê ye. HAMAS, Cîhada Îslamî, gelê Xezzeyê û berxwedana Mescîda Eqsayê ummeta xew şiyar kir. Niha ne tenê Misliman, însanên xwedî wijdan jî li dijî vê hovîtiyê dengê xwe bilind dikin."

“Xezze tenê hat hiştin; niha em mesul in”

Yaçîn, anî ziman ku berxwedana Xezzeyê di asta navneteweyî de jî nayê destekkirin û weha dewam kir:

"Me dît ku mueyyîdeyên dadgehên navneteweyî tu tesîrê nakin. Gelê Filistînê bi tenê ma, lê dîsa jî mesulîyeta xwe pêk anî. Îro jî dora me ye ku em bajarên xwe yên wêrankirî ji nû ve ava bikin. Ji nû ve avakirina Xezzeyê mesulîyeta me ye."

“Mucahîdên Xezzeyê mamosteyên me ne”

Yaçîn di axaftina xwe de her wiha diyar kir ku berxwedêrên Xezzeyê ji ummetê re mînak in û ev tişt got:

"Mucahidên Xezzeyê yên ku ji pakî û îbadetê re mînaka herî baş dan, mamosteyên me hemûyan in. Îsmaîl Henîyye, Yehya Sîmwar, Muhammed Deîf û hemû şehîd rûmeta vê ummetê ne."

“Ji gelên Misilman re banga: Xwedîderketina Berxwedanê bikin”

Yaçîn, bi rêya Xezzeyê banga yekîtîya ummetê kir û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir:

“Em bang li gelên Misliman dikin: Piştgiriyê bidin her kesê ku li dijî sîyonîzm û emperyalîzmê şer dikin. Ey gelê Entabê! Mislimanên Xezzeyê li ber xwe dan, niha jî ji me hêvîya berxwedanê dikin. Boyqot berxwedan e, derketina kolanan berxwedan e. Ji bîr nekin ku her misilmanê ku Xezzeyê ji bîr neke jî di nava berxwedanê de ye. Ger Xwedê îzîn bide em ê roja ku were di meydanan de bi tevî Xezzeyîyan mil bi mil cîhadê bikin. wan rojan jî nêz in.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.