Serokê Komîteya Tertîpê ya Mîtînga Quds A Me Ye: “Em xelkê vedixwînin meydanan”
Husamettîn Bonulê Serokê Komîteya Tertîbê ya mîtînga bi navê “Quds A Me Ye” ya ku dê vê yekşemê li Qada Îstasyona Diyarbekirê bê tertîpkirin, ji bo xwedî li Qudsê xwedî bê derketin bang li welatîyan kir û wanan vexwand meydanan.
Ew ê di 9ê Sibatê de di seat 13.30î de ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember û Cemîyeta Mustazafan ve li Qada Îstasyonê mîtîngeke bi navê “Quds A Me Ye” bê tertîpkirin.
Husamettîn Bonulê Serokê Komîteya Tertîbê derbarê mîtînga ku dê bê tertîpkirin de daxuyanîyek belav kir.
“Îxaneta sedsalê wek şaxekî projeyên Amerîka û îsraîl a li ser Rojhilata Navîn hat sepandin”
Bonul di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir “Weke ku tê zanîn îxaneta sedsalê wek şaxekî projeyên Amerîka û îsraîl a li ser Rojhilata Navîn hat sepandin. Em wek Mislimanan bi izna Xwedê li her der û cihî li dijî vê plana îşxalê re berteka xwe nîşan bidin. Em ê ji bo vê yekê temamê îmkanên xwe seferber bikin. Ji ber vê yekê em ê vê yekşemê di seat 13.30î de li Qada Îstasyonê ya Diyarbekirê mîtîngeke bi navê Quds A Me Ye tertîp bikin.”
“Divê em dev ji bo Qudsê dev ji îxtîlafan berdin”
Bonul di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir divê em Misliman ji bo Qudsê dev ji îxtîlafên xwe berdin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ji ber ku em di nav îxtîlafan de ne Quds di vî halî de ye.Ji ber vê yekê divê em dev ji bo Qudsê dev ji îxtîlafan berdin û ji bo Qudsa ku nirxa me ya hevpar e xwe berdin qadan.Xweda vê hewldana me wergerîne xêrê. Em bang li temamê xelkê xwe dikin da ku beşdarî mîtîngê bibin.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.