Serokomarê Iraqê Mesûd Barzanî ziyaret kir
Mesûd Barzanîyê Serokê berê yê Herêma Kurdistana Iraqê, Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Wezîrê Malîyê yê Iraqê Fuad Huseyîn qebûl kir.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Dezgeha Barzanî ve hat belakirin, li Pîrmama Hewlêrê di navbera Mesûd Barzanîyê Serokê berê yê Herêma Kurdistana Iraqê û Serokomarê Iraqê Berhem Salih de hevdîtinek hat kirin. Wezîrê Malîyê yê Iraqê Fuad Huseyîn jî beşdarî hevdîtinê bû.
Di hevdîtina ku hat kirin de rewşa siyasî ya Iraqê û dahatûya Iraqê hat nirxandin.
Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di hevdîtinê de her wisa pêwendîyên di navbera Hewlêr û Baxdayê de jî hatin nirxandin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.