Serokwezîrê Iraqê: Di xwepêşanan de berikên rastî hatin bikaranîn
Adil Abdulmehdîyê Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir di xwepêşanên ku hatin lidarxistin de hêzên ewlehîyên berikên rastî bi kar anîn.
Ji teref Adil Abdulmehdîyê Serokwezîrê Iraqê ve hat destnîşan kirin, di xwepêşanên ku hatin lidarxistin de hêzên ewlehîyên berikên rastî bi kar anîn.
Abdulmehdî di daxuyanîya xwe ya ku ji ber rapora Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya ku tê de dihat diyarkirin “ di xwepêşanan de li hember xwepêşandêran çekên kujende hatine bikaranîn” de destnîşan kir “Hêzên ewlehîyê bes 10 rojan berikên rastî bi kar anîn, ji xwe ev yek di wê dosyaya taybet a ku hikûmetê de derheqê xwepêşanan de vekirîye de heye.”
Di xwepêşanên ku li Iraqê dest pê kirine de heta niha 319 xwepêşandêr mirin û nêzî 15 hezar kes jî birîndar bûn.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.