5 kesên ku ketin nav ava Bendavê fetisîn

Li Hetayê 5 kesên ku ketin nav ava Bendava Reyhanîyê fetisîn û canê xwe ji dest dan.

Bûyer, li gundê Çatalhoyuka navçeya Kumluyê pêk hat.

Hat diyarkirin mirovên ku ketin nav ava bendavê di demeke kurt de ji ber çavan winda bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî, polês, cenderme û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Hat ragihandin 5 kesên ku ji nav avê hatin derxistin canê xwe ji dest dane.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin mirovên ku canê xwe ji dest dane Sûrîyeyî ne.

Cenazeyan, ji merga nexweşxaneyê re hatin rakirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Weqfa Êtîman derheqê doxtorên ku ji Xezzeyê re şandin de daxuyanî da
Meteorolojî ji bo 4 bajaran hişyarîya berfa “tund” da
Li Qosera Mêrdînê serwîsa xwendekaran û cîpekî li hev qelibîn: 11 birîndar
Berdevkê HUDA PARê Ramanli beşdarî danişîna "Narîn Gûran" bû
Ji bo bakur hişyarîya berfê hat dayîn