Derbarê mijarê de ji teref Midûrtîya Ewlehîya Bajêr ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; ekîbên polêsan li nêzî Akkopruya navçeya Tuşbayê xwestin wesayîteke bi plaqeya Stenbolê ya şikdar bisekinînin; lê wesayît nesekinî û revîya. Wesayîta ku revîya qeza kir. Di encama lêgerîna ku hat kirin de di wesayîtê de 56 kîlo û 400 gram eroîn hat bidestxistin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ji bo kesên şikdar ên ku revîyan bên girtin xebat hat destpêkirin.
ÎLKHA