"ABD û PYD di navbera Kurdan de hewl didin tifaqê saz bikin ku ev yek sedema fikarê ye"

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam derheqê hewldanên tifaqê ya di navbera Kurdên Sûrîyê de daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir "Ji ber ku Amerîka ji vê yekê re pêşîvantîyê dike ev yek tirdêr û ji ber ku PYD jî di nav de ye sedama fikarê ye."

"Ji ber ku Amerîka ji vê yekê re pêşîvantîyê dike ev yek tirsdêr û ji ber ku PYD jî di nav de ye sedama fikarê ye"

Saglam di nirxandina ku kir de destnîşan kir ew wan hevdîtinên tifaqê yên di navbera Kurdên Sûrîyê de bi dîqqet taqîb dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Em dixwazin birêveberîyeke wisa li erdnigarîya xwe bibînin  ku lê xwîn, rondikên çavan, zilm, zordarî û muhacerat tunebe û hemû kes bibe xwedîyê mafê xwe û di nav ewlehîyê de bijî.Encax ji ber ku ji destpêka pêvajoyê vir ve Amerîka ji vê yekê re pêşîvantî dike ku ev yek meriv dide fikirandin û tirsandin. Her wisa ji roja ku li Sûrîyê kaos dest pê kiriye vir ve ji ber PYDê zêdetirî 700 hezar Kurdên Sûrîyeyî  derbasî Tirkîyê û Kurdistana Iraqê bûn û PYDÊ bêhejmar rîspîyên Kurdan, alim, akademîsyen û siyasetmedar revand, qetil kir û ew sirgûn kir. Ji ber vê yekê ji ber ku PYDê di nav meselê de ye ev yek sedema fikarê ye."

"Divê temamê Kurdan bi şikleke adil di nav tifaqê de bên temsîlkirin"

Saglam destnîşan kir divê temamê Kurdan bi şikleke adil di nav tifaqê de bên temsîlkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Lewra garantî tune ye ku PYD li gorî tifaqê hereket bike. Divê temamê Kurdan bi şikleke adil di nav tifaqê de bên temsîlkirin. Divê tehakûma komên çekdar bê astengkirin ku ev ji bo mayînde mayîna tifaqê pêwîst in."

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Parlamenter Ramanli, ji daxuyanîya Sonuka DEMî ya ku malbatê hedef girtibû re bertek nîşan da
Qerejdax bi berfê spî bû
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 282yan
Li Bûrsayê mînîbûsa karkeran qeza kir: 8 birîndar
Li Koreya Başûr di 100 salên dawî de berfa herî zêde barîya