AFAD: 12 hezar û 873 kes canê xwe ji dest dan, 62 hezar û 937 kes birîndar bûn

AFAD, daxuyand ku di encama erdheja ku li Mereşê pêk hat de hejmarê kesên ku canê xwe ji dest dane derket 12 hezar û 873 kesan, hejmarê birîndaran jî derket 62 hezar û 937 kesan.

Li Mereşê di seat 04.17an de di mezinahîya 7,7an de; di seat 13.24an de di mezinahîya 7,6an de du erdhejên mezin pêk hatin. Piştî erdhejan; li Mereş, Kîlîs, Dîyarbekir, Edene, Kinikan, Entab, Riha, Semsûr, Meletî û Hetayê bû sedema xerabûnên mezin.

Piştî erdhejê li bajarên Mereş, Kîlîs, Dîyarbekir, Edene, Kinikan, Entab, Riha, Semsûr, Meletî, Hetayê û Xarpêtê hejmarê personelên ku di sehayê de dixebitin gihaşt 110 hezar û 571 kesan.

Ji herêma afetê re bi tevî ekskavator, kêşvan, vînç, dozer, qamyon, arazoz, treyler, qlêder, vîdanjor û makîneyên kar yên wek wan 5 hezar û 557 erebe hatin sewqkirin.

Ji herêmên erdhejê re 31 walî, ji 70î zêdetir qeymeqam, 17 rêveberên bilind yê AFADê û 68 midurê bajêr hatin wezîfedarkirin, bi tevî 122 wek balafir û helîkopter, endam û amûrên ku girêdayê Hêzên Hewayê, Hêzên ‘Erdê û Fermandarîya Giştî yê Cenderme û Ewlehîya Beravê ne jî pireke hewayî hat çêkirin.

Ji herêmê re 22 keştî jî hatine wezîfedarkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin