Qeza li nêzî gundê Esnemeza Bazîdê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ambulansa ku ji gundê Esnemeza Bazîdê kesekî nexweş girt di rêya vegerê de ji ber qeşaya ku ketibû qeza kir û li dîreka ceyranê qelibî.
Di encama qezayê de 3 personelên ambulansê û 2 kesên din ên di ambulansê de birîndar bûn.
Kesên ku bi birîndar bûn bi ambulansan hatin rakirin nexweşxanê.