Ambûlans û otomobîl li hev qelibîn: Kesek mir 9 kes birîndar bûn

Li Agirîyê ambûlans û otomobîlek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de kesek canê xwe ji dest da û9 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Agirîyê ambûlans û otomobîlek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de kesek canê xwe ji dest da û  9 kes jî birîndar bûn.

Qeza li Xaçerêya Pira Kupkiranê ya li Taxa Yuzuncu Yilê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ambûlansa bi plaqeya 04 AB 703 û otomobîleke ku hêj plaqeya wê nehat hînbûn li hev qelibîn.

Di encama bûyera ku pêk hat de Emîne Adiguzela ku nexweş bû û di ambûlansê de bû li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û kesên bi navê îihat Kaplan, Rabîa Akturk, Eyup Tutal, Ugur Demîrkol, Yusuf Aydin, Îsmaîl Kiliç, Habîp Aydemîr, Ferhat Dogan, Muhammed Akîf Adiguzel birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji meteorolojiyê hişyariya qeşa û cemedê
Li Nisêbînê tankera nefta xam barkirî wergeriya: 1 birîndar
Li Êlihê otomobîl ket nava çem: 1 mirî
Li Mizgefta Qurşunlu ya Diyarbekirê di nimêja înê de şewat derket
Ji Karûbarên Hiqûqê yên HUDA PARê bertek nîşanî îadekirina Ozbekiyên ku rahîbên sîyonîst kuştin bo Îmaratê