Avrupa Yetim Eli ji kesên astengdar re alîkarîya sendelîya bi tekel kir

Avrupa Yetim Eliya ku Sazîya Alîkarîyê ya Navneteweyî ye li Ugandaya welatê ji kesên astengdar re sendelîya bi tekel belav kir û wanan kêfxweş kir.

Alîkarî li gundê Budamaya girêdayê herêma Kalîroyê hat kirin. Sazîya alîkarîya li gund ji 23 kesên astengdar re sendelîyên bi tekel belav kir. Gundîyan ji rayedarên sazîyê re ji ber alîkarîyên ku hatiye kirin teşekkur kirin.

Alîkarî  Serokê Giştî yê Avrupa Yetim Eli Huseyîn Ateş derbarê xebatên alîkarîyê yên ku li Ugandaya Afrîkayê berdewam dikin de daxuyanî da û destnîşan kir, ew ji 23 kesên astengdar re sendelîyên bi tekel belav kir.

Ateş di daxuyanîya xwe de diyar kir xebatên wan ên alîkarîyê yên li Ugandayê bênavber berdewam dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em di navbera xêrxwaz û mexdûran de pirek in. Kêfxweşîya van însanên li vê derê em dilzîz dikin. Em bawer dikin ku xêrxwaz jî bi van dîmenan kêfxweş dibin û dibin şirîkê vê şadîyê. Ew ê xebatên me li Ugandayê berdewam bikin.”

ÎLKHA


























İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji Karûbarên Hiqûqê yên HUDA PARê bertek nîşanî îadekirina Ozbekiyên ku rahîbên sîyonîst kuştin bo Îmaratê
Li Mereşê di mezinahîya 4,1an de erdhejek çêbû
Wesayît gêrê şerempolê bû: Mirîyek, 2 birîndar
HUDA PAR: Kengî meseleya Kurdan were rojevê PKKê nehiştîyê ku ev mesele bê axavtin
Parlamenter Ramanli, ji daxuyanîya Sonuka DEMî ya ku malbatê hedef girtibû re bertek nîşan da