Avrupa Yetim Eli li Ugandayê bîrên avê davekirin

Sazîya Navneteweyî ya Alîkarîyê Avrupa Yetim Eli xebatên xwe yên alîkarîyê yên li Ugandayê didomîne.

Avrupa Yetim Eliya ku bi xebatên ku dike dilê mexdûr û êtîman kêfxweş dike li Ugandayê ji alîyekî ve ji zarokên êtîm re, malbatên mexdûr re alîkarî dike û ji alîyekî ve jî ji bo temînkirina ava paqij bîrên avê da vekirin. Ji ber bîrên ku hatin vekirin xelkê herêmê gelekî kêfxweş û şad û bextewar bû.

Alîkarê Serokê Giştî yê Avrupa Yetim Eliyê Huseyîn Ateş derbarê mijarê de daxuyanîyek da. Ateş di daxuyanîya ku belav kir de qala ava paqij kir û destnîşan kir “Li Ugandaya Afrîkayê xebatên me yên alîkarîyê berdewam dikin. Îro me li herê mên cuda 7 bîrên avê da vekirin. Ev tê maneya ku ew ê 7 hezar însan karibin ava paqij temîn bikin.  Bi vî awayî ew ê însan bi rihetî karibin avê temîn bikin. Rebbê min qebûl bike.”

Ateş di berdewama daxuyanîya xwe de bang li xêrxwazan kir û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Em li benda desteka hemû kesî ne.Ew ê bi heman awayî li welatên din jî bîrên avê bên vekirin. Welatên mîna Kenya, Somalî, Bangledeş, Filistîn û Afrîka, kampên  penaberan ên Arakanê dê bîrên avê bên vekirin. Em li benda alîkarîya xêrxwazan in.Mala xêrxwazên me ava be û Xweda xêra wan qebûl bike.”

ÎLKHA






























İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji Karûbarên Hiqûqê yên HUDA PARê bertek nîşanî îadekirina Ozbekiyên ku rahîbên sîyonîst kuştin bo Îmaratê
Li Mereşê di mezinahîya 4,1an de erdhejek çêbû
Wesayît gêrê şerempolê bû: Mirîyek, 2 birîndar
HUDA PAR: Kengî meseleya Kurdan were rojevê PKKê nehiştîyê ku ev mesele bê axavtin
Parlamenter Ramanli, ji daxuyanîya Sonuka DEMî ya ku malbatê hedef girtibû re bertek nîşan da