Balafira ku welatîyên Tirkîyê pê ji Wuhana Çînê hatin tahlîyekirin gihaşt Enqerê

Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkîyê destnîşan kir balafira ku 42 kes pê ji Wuhana Çînê ya ku lê koronavîrus derket holê hatin tahlîyekirin gihaşt Enqerê.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezaretê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; operasyona “Koca Yusuf” bi şikleke serkeftî hat temamkirin, balafira ku 42 kes pê ji Wuhana Çînê ya ku lê koronavîrus derket holê hatin tahlîyekirin gihaşt Balafirgeha Etîmesgut a Enqerê.

42 kesên ku hatin tahlîyekirin ew ê heta 14 rojan di bin çavdêrîyê de bên girtin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji Karûbarên Hiqûqê yên HUDA PARê bertek nîşanî îadekirina Ozbekiyên ku rahîbên sîyonîst kuştin bo Îmaratê
Li Mereşê di mezinahîya 4,1an de erdhejek çêbû
Wesayît gêrê şerempolê bû: Mirîyek, 2 birîndar
HUDA PAR: Kengî meseleya Kurdan were rojevê PKKê nehiştîyê ku ev mesele bê axavtin
Parlamenter Ramanli, ji daxuyanîya Sonuka DEMî ya ku malbatê hedef girtibû re bertek nîşan da