Barzanî di peyama xwe ya ku li ser medyaya civakî belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir, harekata qirkirinê îfadeya zilma ku li gelê Kurdistanê hatiye kirin e û dû re wiha li peyama xwe zêde kir: “Hikûmeta Iraqê mesûl e ku ji bo vê sûcê wehşî tazmînatê bide nasên qurbanîyan ku ev yek pêwîstîyeke yasayî û exlasqî ye.”
Di sala 1988an de ji teref rejîma Baasê ve di encama komkujîya bi navê Enfalê ya ku li Kurdistanê hat kirin de 182 hezar Kurd hatin qetilkirin û bi hezarana gund û bajarok hatin wêrankirin.