Barzanî: Pesendkirina budçeya Iraqê pêngeveke erênî ye

Mesud Barzanîyê Serokê berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê Partîya Demokrat ê Kurdistanê derbarê pesendkirina budçeya Iraqê de daxuyanîyek belav kir.

Barzanî di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir; pesendkirina budçeya Iraqê pêngeveke erênî ye û dû re wiha got: “Bi helkefta pesendkirina budceyê ji aliyê Encûmena Nûnerên Iraqê ve, destxweşiyê li hemû aliyên siyasiyên Kurdistanî û Iraqî dikim. Her wiha spasî şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û fraksiyonên Kurdistanî û fraksiyonên dinê di nava Encûmena Nûnerên Iraqê dikim ku bi ked û hîmet û pêdagiriyê ve karîn li gel hevdû bigihin encamê û beşa Herêma Kurdistanê jî li budceya Iraqê da cêgîr bikin.Pesendbûna budceya Iraqê hengaveke erênî û bi rêyeke diruste û hêviya ewe dixwazîn ku destpêkek bê ji bo bihêzkirina bingehên diyalogê û pêkvejiyana aştiyane û her wiha vegerandina bingehên şeraketa di navbera pêkhatên Iraqê.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Endonezyayê lehî û hezaz çêbû: 16 mirî
Li Colemêrgê 35 kîlo metamfetamîn hat bidestxistin
Li 24 bajaran ji ber berfê ji dibistanê re ji bo rojekî tetîl hat dayîn
Rêya Entelya-Qonyayê ji tir û qamyonan re hat girtin
Qessam, 10 leşkerên îşxalê kuştin û birîndar kirin