Barzanî pêşwaziya Konsolê nû yê Siûdî li Hewlêrê kir

Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Mihemed Bin Silêman Elesîrî Konsolê Giştî yê nû yê Şahnişîna Suudiyê li Hewlêrê kir.

Di hevdîtinê da Konsolê nû yê Suudiyê ya li Hewlêrê pêzanînên xwe ji bo geşbûnên li Herêma Kurdistanê hebû ku ji bilî hebûna gefên zêde pêşketineke ber bi çav li Herêma Kurdistanê pêkhatiye. Her wiha daxwaza welatê xwe jî ji bo berfirehtirkirina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê yên li warê sermayeguzarî û aborî û warên din ji Barzanî ragihand.

Di hevdîtinê de Barzanî ronahî xiste li ser peywendiyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistan û Şahnişîna Suudiye û spasî Suudiyê kir ku li kêmkirina barê giran ya koçberan de hevkar û yarmetîderê Herêma Kurdistanê bûye. Her wiha Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Konsolê nû yê Suudiye li erk û karên wî yên li Herêma Kurdistanê de xwest.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Endonezyayê lehî û hezaz çêbû: 16 mirî
Li Colemêrgê 35 kîlo metamfetamîn hat bidestxistin
Li 24 bajaran ji ber berfê ji dibistanê re ji bo rojekî tetîl hat dayîn
Rêya Entelya-Qonyayê ji tir û qamyonan re hat girtin
Qessam, 10 leşkerên îşxalê kuştin û birîndar kirin