Berdevkê HUDA PARê: Li dijî êrîşên nîjadperest divê tedbîrên pêximker bê standin

Serkan Ramanliyê Berdevkê HUDA PARê derheqê rojeva nava welêt û derveyî welêt de daxuyanî da û nirxandinên balkêş kir.

Ramanli di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir di pêvajoya hilbijartinê de hinek dezgehên çapemenî û weşanê hurrîyeta çapemenîyê wek hurrîyeta îftîrayê bi kar tînin û dûre wiha li nirxandina xwe zêde kir: “Gelek agahîyên ku nehatine teyîdkirin û îspatkirin hatin kirin kampnayaya reşkirinê û hinek nivîskar di vê pêvajoyê de bûne celladê haysîyetê. Medyaya civakî bûye sergoya dezenformasyonê û tê de trolên ku hewl didin bi derewên xwe girseyan de di pey xwe de bibin derketine.”

“Li dijî êrîşên nîjadperest divê tedbîrên pêximker bê standin”

Tesîrên wan êrîşên faşîst û nîjadperst ên ku klubên bajarên Bursa û Amedê hatin bihanekirin û hatin kirin hêj berdewam dikirin ku vêcarê jî li Bûrsayê êrîş li wesayîteke bi plaqeya Amedê hat kirin ku ev yek mezinbûna bûyerê nîşanî me dide.Dibe ku ev êrîşên wisa di pêvajoya hilbijartinê de zêdetir bibin. Li hev dijminkirina qewmên cuda û ji ser vê yekê feydeya sîyasî bi destxistin ne tiştekî nû ye. Bûyerên wisa bi şikleke plankirî tên kirin. Ji bilî van heftîya borî li Liceya Diyarbekirê zarokek hat desteserkirin û pê gotinên nîjadperest dan gotin û îşkence lê kirin. Piştî lêpirsîna ku hat destpêkirin failên ku tên diyarkirin polês in hatin girtin. Herî dawî li Muxlayê êrîş li karkerên Kurd hat kirin. Ji teref kî ve tê kirin bila bê kirin divê di vî warî qetîyen tawîz neyê dayîn û cezaya ku heq dikin divê ji wan re bê dayîn. Bi heman awayî li dijî êrîşên nîjadperest divê tedbîrên pêximker bê standin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin