Berdevkê HUDA PARê Ramanli: Hinek aktorên sîyasî hene ku polîtîqayên xerakirina hizûr û aştîya civakê bikartînin

Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli, di daxuyanîya çapemenîyê a ku li Meclîsê lidarxist de, bal kişand hinek aktorên sîyasî hene ku polîtîqayên xerakirina hizûr û aştîya civakê bikartînin.

Bedevkê HUDA PARê Ramanli, di Meclîsê de nirxandina rojevê a partîya xwe kir.

Ramanli weha got, “Mixabin ji dema borî heta îro hinek aktorên sîyasî hene ku polîtîqayên xerakirina hizûr û aştîya civakê bikartînin. Milletê me di 14 û 28 Gulanê zimanê cudakirî û mirovan dike nav singê hev dîtîye. Lê wisa xuya dike ku muxalif ji vêya dersê dernexistine, ji ber vê yekê dîsa wan hereketên xwe yên berê bikartînin ku bi polîtîqayên xwe hizûr û aştîya civakê xera dikin, armanca wan jî ev e ku bi vê polîtîqayê qezencekî sîyasî bidestbixin. Bi taybetî em her roj di meseleya nirxên menewî û însanî de ku wan nirxên me civakê tîne cem hev dûçarê êrîşê dibin. Em cardin dixwazin ku ji li vê derê îfade bikin bila sîyaset ji tiştên ewakî re neyê amûrkirin.”

Ramanli di berdewama axavtina xwe de bal kişand divê sîyaset, derheqê lazimatîya civakê de, di beşa pirsgirêk û daxwazîyan de çi gotina wî hebe bibêje:

“Kê bi kîjan projeyê derdikeve holê bila derkeve û çi weed dike bila îfade bike û derkeve meydanê. Civak jî bawerîya xwe bi kê tîne ku bibêje ew ê ev kes ji min re xizmetê bike bila raya xwe bide wî, divê em jî hurmetê nîşan bidin. Îro atmosfera ku em di nav de ne mixabin atmosfera ku di 14 û 28 Gulanê de hebû ye û sîyaseta ku ji wê dersan dernexistîye ji nû ve derdikeve holê. Em îfade dikin ku divê ji vê atmosferê xwe dûr bixin.”

Ramanli di dawîya axavtina xwe de derheqê daxistina baca ku ji qumarê tê standin de jî nirxandinan kir û îfade kir ku divê hikumet civaka me ji hînbûna tiştên bizerar muhafaze bike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Parlamenterê HUDA PARê Ramanli mexdûrên erdheja Semsûrê ziyaret kir
Lijneya HUDA PARê li Hetayê bajarên konteyniran zîyaret kir
Karwana Hêvîyê ji kesên hewcedar ên Wanê re alîkarîya pereyan kir
Li Hîndistanê di festîvalê de fîl êrîşê mirovan kir: 17 birîndar
Li Mêrdînê şerê çekdarî: 1 mirî, 2 birîndar