Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli: Bila pêşnûmeya me bi lez were Meclîsê û bibe qanûn

Berdevkê HUDA PARê û Wekîlê Êlihê Serkan Ramanli, li Meclîsê civîna çapemenîyê li dar xist, di derbarê rojeva hundir û derve de nirxandinên girîng kir.

Berdevkê HUDA PARê û Wekîlê Êlihê Serkan Ramanli, der barê pêşnûmeya ku ji Meclîsê re dabûn de nirxandinên girîng kir.

Ramanli, “Pêşnûmaya me ya qanûnê nehatîye raxistin. Nîqaş û muzakereyên me yên di vê mijarê de bi partîyên ku di Meclîsê de komên wan hene, bi taybetî Koma AK Partîyê re berdewam dikin. Hêvî û daxwaza me ew e ku di zûtirîn dem de ev pêşnûmeya me were parlamentoyê û bibe qanûn.

Çîmkî em ji wan kesên ku ji nav me bi pasaporta me diçin û beşdarî qirkirina Xezzeyê dibin re nikarin tehemûl bikin. Em sîyonîstan di nava xwe de naxwazin, qirkeran jî naxwazin. Ji bo ku pêşnûmeya me ya ku di Lijneya Giştî ya Meclîsê de bê nîqaşkirin hat qebûlkirin, vegere rojeva Lijneya Giştî û bibe qanûn, gavên berbiçav nehatine avêtin.

Lê mixabin ji ber ku bi 4 parlementerên me yên niha re kom tuneye, mixabin em nikarin bi îmzeya xwe û bi pêşnîyara xwe vê pêşnûmeqanûnê bînin rojeva Lijneya Giştî. Ji bo vê jî divê partîyeke ku di Meclîsê de komek hebe divê vê barê bide ser milê xwe.

Di vî warî de karê me ye ewil ku em vê proje qanûnê bixin bin serpereştîya partiyên ku piraniya wan di destê wan de ye, ji wan MHPê û AK Partîyê ku ji îro ve Yekîtiya Gel pêk tînin.

Eger ne wisa be emê li gel alîyên din ên ji bo ku vê pêşnûmeyê bigihînin Lijneya Giştî ya Meclîsê di komê de kar û xebatên xwe zêdetir bikin.”

Ramanli ku îfade kir, “Heta ku em gavên berbiçavan navêjin wisa xuya dike ku sîyonîst wê gavên paş navêje” dûre weha axivî, “Bi rastî jî bi gavên din ên ku nayên qebûlkirin, wek qetlîamên zêdetir, dahênerîya me dihejînin. Em dibêjin, çi ji destê me tê em bikin. Di vê mijarê de îradeya parlamentoyê gelekî zelal e.

Ti maneya vê yekê jî nemaye ku em vê yekê zêdetir dereng bikin. Sîyonîst bi biryar in û bi niyaz in ku tevahîya herêmê bikin topeke agir. Ew mêl nakin ku axên ku îşxal dikin tenê bi wan axên ku em îro wekî Filistîn pênase dikin bisînor bikin.

Êrîşên wan ên li ser Lubnanê, êrîşên wan ên li ser Sûrîyeyê û êrîşên wan ên li ser Îranê, bi rastî jî armanc dikin ku tevahîya herêmê veguherînin topa agir û heta ku ji destê wan tê hejmara erdên îşxalkirî zêde bikin." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Meletîyê qeza: 2 birîndar
Li 22 bajaran operasyona DAÎŞê hat lidarxistin: 182 binçavî
Li Qazaxistanê balafira rêwîyan ket xwarê
8 jê giran 26 birîndar
HUDA PARê ji destheqê kêmtirîn re bertek nîşan da