Berdevkê HUDA PARê Yunus Emîroglu: Meseleya Xezzeyê meseleyeke li ser sîyasetê ye

Berdevkê HUDA PARê Yunus Emîroglu beşdarî daxuyanîya çapemenîyê ya ku ji teref Serokatîya Navçeya Navenda Çewligê yê HUDA PARê ve hat tertîpkirin bû û di daxuyanîyê de îfade kir ku meseleya Xezzeyê meseleyeke li ser sîyasetê ye.

Di pêşengiya Serokatîya Navçeya Navenda Çewligê yê HUDA PARê de li ber camiya Mezina a Çewligê ji bo destekdayîna ji Xezzeyê re daxuyanîya ç.apemenîyê hat dayin.

Alîkarê Giştî yê HUDA PARê û Berdevkê partiyê Yûnûs Emîroglû beriya daxuyanîya çapemenîyê axaftinek kir û got, meseleya Xezzeye, meseleya li ser sîyasetê ye û wiha dewam kir:

“Ev mesele ne mesleyeke qewman e. Ev mesele ne tenê meseleya Fîlîstînê ye. Yanî ne meseleya Ereban e. Yanî ne meseleya partî û cemaatekê ye. Ji destê me gelek tişt tê di warê Xezzeyê de. Divê em malên ku di lîsteya boykotê de ne nekirin û nefiroşin. Zext û zorê bidin ser kesên ku di destê wan de selahiyet heyene. Divê em muheqeq îdarevanên alema Îslamê têxînin nav tevger û hereketê.”

Emîroglû herwiha îfade kir, însanîyetê derheqê wahşeta ku li Xezzeyê tê kirin de îradeyek nîşan nedaye û weha li axaftina xwe zêde kir:

“A niha li Fîlîstîn bi tevahî qirkirinek heye. Bebik, zarok, pîrek bi xwînxarî tên qetilkirin. Cîhana ku nufûsa wê 8 mîlyar e îradeyek nîşan neda ku vê wahşeta ku ev 8 meh e didome bisekinîne. A niha zêdeyî 2 mîlyar misilman hene li cîhanê gelo çima nikarin vê wehşetê bide sekinandin?”

Emîrgolû di berdewama axaftina xwe de îfade kir, divê derbarê mijara Xezzeyê de misilman bihevrebûnîyê nîşan bidinn, yan jî ew ê Xwedê ji me hesab bipirsîne.

“Ji heft salîyan heta heftê salîyan bira û xwûşkê me li Xezzeyê tên qetilkirin. Ev musîbet ji me re bes e. Gelo hejmara me hindik e ? Na. Ger du mîlyar alema Îslamê dema ku tuyê sîyonistan bike wê lehî rabe. Lê em çi dikin? vê karê hewaleyên hevdu dikin. Ev yek ne misilmantî ye.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Dîyarbekirê qezaya trafîkê: 10 jê xwendekar 11 birîndar
Li Xezzeyê ji Weqfa Êtîman alîkarîya betanî û çadira
Li Dîyarbekirê şewat derket: Pitikek 8 mehî canê xwe ji dest da
Li Tunusê keleka koçberan bin av bû: 27 mirî
Li Efyonê du kom bi çekan li hev xistin: 2 mirî, 1 birîndar