Bi banga Yekîtîya Alimên Fîlîstînê, ji Xezzeyê re dua hat kirin

Li navçeya Başakşehîra Stenbolê, bi sedan welatî bi banga Yekîtîya Alimên Fîlîstînê bi pêşengîya Weqfa Evîndarên Pêxember kom bûbûn, ji bo Fîlîstînê dua kirin.

Welatîyên ku hatin cem hev piştî nimêja eşayê ya ku di Camîya Başakşehîr Navend de kirin di Meydana Başakşehîrê de kom bûn û du rekaet nimêj kirin û dûre ji bo Fîlîstînê duayê kirin.

Di bernameyê de ji şebekeya terorê re lanet hat anîtin, nimêj û dua hat kirin.

Piştî nimêja ku hat kirin Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Eşîn axavtinek kir û di axavtina xwe de weha got, “Dema ku em li Stenbolê nimêj dikin berê xwe hem didin Mescîdî Eqsayê hem jî didin Kabeyê. Stenbol, Mescîdî Eqsa û Kabe di heman rêzê de ne. Ji ber vê yekê wezîfeyekî mezin li ser milê Stenbolîyan e. Ez ji nevîyên Nureddîn Zengî û Selaheddînê Kurdî re dixwazim vêya bibêjim; Xwîn, şehîd û birîndarên Xezzeyê hemû yên me ne. Êşa we êşa me ye, kêfa we kêfa me ye. çend sal berê kalê me Selaheddîn di van rojan de Qudsê dorpêç kiribû. Mehekî paşê jî salvegera Operasona Tofana Eqsayê tijî dibe. Em wisa hêvî dikin ku di van rojên bimbarek de zefer gelek nêz e.”

“Em ê meydanan vala nehêlin”

Eşîn îfade kir ku em wek ummetî di nav îmîhanekî de ne, “Doza Qudsê û mezin û ezîz e. me mirovên xwe yên herî baş feda kir û em ê vê fedakirinê bidomînin jî. Micahîdên Xezzeyê meydana cîhadê terk nekirin. Ew ezîzên xwe feda dikin. Bi îzna Xwedê em ê doza xwe vala nehêlin. Emê duayên bi fiîlî û bi gotin bikin. Em ê ji rizqên xwe înfaqê bikin. Bi îzna Xwedê em ê li Qudsê nimêja şikrê bikin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Tanzanyayê ji ber hilweşîna avahiyekê hejmara miriyan derket 20an
Weqfa Êtîman ji bo Xezzeyê li Gûmûşxaneyê kermesek vekir
HAMAS: Qetlîama Beyt Lahîyeyê encama biryara vetoyê ya Emrîkayê ye
HAMAS: Heta ku herb neyê sekinandin wê pevguhertina êsîran neyê kirin
Li Îzmîrê êrîş li polêsan hat kirin: 3 birîndar