Bîlgîn: Em zewacê xortan hêsan bikin

Mela Muhammed Bîlgînê alimê navdar ê herêmê derheqê ehemîyeta zewacê de nirxandinan kir.

Bîlgîn diyar kir ku zewaca herî bi qiymet û bereket ew e ku mesrefa wê ne zêde ye û divê di warê zewacê de barê xortan neyê girankirin.

Alim hêj bang li gel dikin da ku di warê zewacê de barê xortan neyê girankirin, bangek jî ji teref alimên navdar ê herêmê mela muhammed bîlgîn ve hat kirin. Bîlgînê ku destnîşan kir xortên ku nikarin bizewicin bi rêyên xeyrî meşrû re rûbirû dimînin banga hêsankrina zewacê li malbatan kir.

Xweda di qurana kerîm di ayeta 32yem a sûreya nûr de ferman dike “wan kesên ezeb ên di nav xwe de bizewicînin…”

Mela Muhammed Bîlgîn

Lê belê ji ber ku şert û mercên jiyanê yên giran û ji ber barê giran a zewacê xort nikarin bizewicin û ên ku dizewicin jî zehmetîyeke mezin dikşînin.

Alimê navdar ê herêmê mela muhammed bîlgîn derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir û balan kişand li ser ehemmîyeta zewacê.

Bîlgîn di axavtina xwe de weha got, “Di esra me de yek ji problemên mezin a sereke zewac e. Xortên ku heta emrê zewacê ji ber şert û mercên giran ên îqtîsadî û ji ber barê giran a ku di dema zewacê de li ser milên wan tê kirin nikarin bizewicin. Ji ber vê yekê jî xort nikarin bizewicin û ew bi rêyên xeyrî meşrû re rûbirû dimînin. Ev yek ji bo civakê tehlûkeyeke pir mezin e. Divê ev asteng û barîyên ku li ber xortan hatine danîn bên rakirin.”

Mela muhammed bîlgîn di berdewama axavtina xwe de hedîsa derheqê zewacê de ya “Zewaca herî bi qiymet û bereket ew e ku mesrefa wê ne zêde ye” di bîran xist bang li rayedaran kir da ku di vî warî de ji xortan re bibin alîkar.

Bîlgîn di dawîya axavtina xwe de weha got, “Pêşî bar li ser milê malbatan û dûre jî li ser milê dewletê dikeve. Divê dewlet li ser vê meseleyê pir bisekine. Di dewra Omer Bîn Abdulazîz de memûrên dewletê diyar diyar digerîyan û digotin ‘me kesekî ku dixwaze bizewice û nikare bizewice heye ku em jêre bibin alîkar.’ Hebûn û bi vê şeklê ezeban dizewicandin. Divê ku em jî ji bo zewaca ciwanan ji wan re rehetîyê çêbikin ku bira nekevin dawa gunehan.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin