Bireveberîya Herêma Kurdistanê ji fermandarê Êzîdî ku heqaret li Hezretî Muhammed kiribû re bertek nîşan da

Bireveberîya Herêma Kurdistanê, ji êzîdî fermandar Qasim Şesoyê li Şengalê re ji ber ku heqaret li Hezretî Muhammed kir bertek nîşan da.

Ji teref Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat gotin:

“Di van rojên dawî da bi taybetî li ser torên civakî bertekeke berfireh li hember daxuyaniyek ne rast ji aliyê kesayetiyeke Êzdî ve tê kirin. Em tekez dikin ku her binpêkirin û bêhurmetiya li hember bîr, bawerî û olekê nayê qebûlkirin û em şermezar dikin.

Di heman demê da, xeletiya yek kesî, ji kîjan olê dibe bila bibe, divê xeletiya hemû peyrewên wê olê neyê qebûlkirin. Ji ber vê yekê divê hemû aliyek pêgirê çanda hevqebûlkirin, lêborînê û pêkvejiyanê bibin û rê li ber dirustbûna gotarên kîn û înkarê bigrin.

Aliyên pêwendîdar ji lêkolîn û berpirsiyariya yasayî berpirsin. Em hemûyan piṣtrast dikin ku Herêma Kurdistanê dê her û her wek mînaka pêkvejiyana aştiyane û birayetiyê bimîne. Ti hincet ji bo alozî û tehdîdkirina welatî, pêkhateyên olî û etnîkî yên Kurdistanê nayê qebûlkirin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Tanzanyayê ji ber hilweşîna avahiyekê hejmara miriyan derket 20an
Weqfa Êtîman ji bo Xezzeyê li Gûmûşxaneyê kermesek vekir
HAMAS: Qetlîama Beyt Lahîyeyê encama biryara vetoyê ya Emrîkayê ye
HAMAS: Heta ku herb neyê sekinandin wê pevguhertina êsîran neyê kirin
Li Îzmîrê êrîş li polêsan hat kirin: 3 birîndar