TIRek alîkariya ku ji teref sazîyên civatî yên siwîl ên Rihayê ve ji Silopê re hatine şandin ji teref Camî-Dera Îpekyoluyê ve ji xelkê ku mexdûr bûbû re hat belavkirin.
Her weke ku tê zanîn li navçeya Silopiya Şernexê di 14ê kanûna 2015an de derketina derve hatibû qedexekirin û ev qedexe 19 Çileya 2016an de hatibû rakirin.Piştî rakirina qedexê hat dîtin gelek mal zirar dîtine. Ji ber mexdûrbûnê TIRek alîkariya ku ji teref sazîyên civatî yên siwîl ên Rihayê ve ji Silopiyê re hatine şandin ji teref Camî-Dera Îpekyoluyê ve ji xelkê ku mexdûr bûbû re hat belavkirin.
Rayedarên Camî-Dera Îpekyoluyê bi xebateke ku kirin malbatên ku ji ber qedexe û pevçûnan zirar dîtine û mexdûr bûne tesbît kirin û alîkariya ku ji wan re hatibû ji xelkê mexdûr re belav kirin.
Serokê Camî-Dera Îpekyoluyê Ridvan Tatar di derbarê xebatên alîkariyê yên ku hatine kirin de diyar kir ew heta niha wan alîkariyên ku ji wan re hatine şandin ji nêzî 100 malbatî re belav kirine.
Tatar di dawiya axavtina xwe de diyar kir ew bi kirina van alîkariyan xelk ji wan re duayên xêrê kirine û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Em ji rayedarên Platforma Alîkariya Însanî re teşekur dikin.”(ÎLKHA)