Çapemenîya îşxalê: HAMAS hûnerên xwe pêşve dibe

Çapemenîya rejîma îşxalker a sîyonîst, nivîsand ku Tûgayên Qessam di demên dawîn de taktîkên xwe guhertîye û hûnerên xwe bi lezgînî pêşvebirîye.

Haaretz ku yek ji rojnameyên rejîma îşxalker e weha nivîsand, “HAMASê qabilîyetên xwe bi lez ji nû ve çêkirîye û ji herêmên ku vekişîyaye jî ji nû ve xwe bicîh kirîye.”

Di rojnameyê de, efserekî îşxalê ku navê wî nehat diyarkirin weha got, “HAMAS di demên dawîn de taktîkên xwe yên herbê guhertîye û piranî jî di avahîyan de kemînan çêkirîye.”

Rojname, destnîşan kir ku efser weha gotîye, “Di êrîşên li dijî Taxa Zeytûnê û herêmên dinê de, nîşan dide ku tahmînên artêşê ya derheqê binesazîya HAMASê de xelet e.”

Rojname, îfade kir ku piranîya leşkeran ewakî bawer dikin ku êrîşa wan a li djiî Cibalîyeyê beredeyî ye. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Weqfa Êtîman li Êlihê ji xwendekaran re alîkarîya qirtasîyeyê kir
Ji wan kesên ku li ser meleseya Narîn Guran a ku winda bûbû HUDA PARê hedef nîşan dabûn re doza sûcê
Serokê Bajarê Diyarbekirê ya HUDA PARê Gulsever krîza dil derbas kir
Evîndarên Pêxember: Dem dema li hember îtîfaqa şer damezrandina “Îtîfaqa Qudsê” ye
1 mirî, 9 birîndar 12 binçavî