Di pirtûkên dîrokî yên kevn de bi taybetî berya mîladi di Sedsala VII. de behsa welatên “Kardûî”ya dikin. Di hinek çavkanî yê dîrokî de, ev welat li başûrê behra wanê, li nava çemê Zap û çemê Dîclê de ye. Li gorî Curzon, herema Namrî, ku li bakurê herema Lolo ye, di wextê Asûrî ya û berîya wan jî herema Kurdistanê temsil dikir. Bi kurtî welatên Kurda li Mezrabotan û derdorê wê bûn. Tên gotin Kurda, berîya mîladî bi navên Sûbarû, Mîtannî, Gûtî, Kommagene, Kaduene û Med, hinek dewlet ava kirine. Gelê Kurd di rojhilata navîn de, wekî Ereb û Farisa qewme kî qedîme.
Berya Îslam vere, welatê Kurda di bin serwerîya Sasanî û Bîzans de bû. Kurdistan bibû qada şerê van herdû dewleta. Kurd mêtingeha van her dû dewletên koledar de bû. Ekserî yê Kurda mensûbê dînê Zerduştî bûn. Hindik jê jî Cihû, Fille û Êzîdî bûn.
Wexta dînê Îslamê derket û belav bû, piştî Ereba ê ewilî Îslam qebûl kir gelê Kurdin. Artêşa Îslamê wexta hat ser dewleta Sasanî, Misilman bi Kurda re rûber bûn. Kurda ewilî bi Îranîyan re li hember Misilmana ceng kirin. Lê piştî wê ekserî yê Kurda bi dilê xwe dînê Îslamê qebûl kirin.
Di zemanê Hz. Omer de Kurd ketin nav refê İslamê. Di vê derê de ez dixwazim ji hinek îftîra re bersiv bidim. Xusûsen hinek xwedî yê fikrê ladînî yên marqsîst, dibêjin Hz. Omer li Kurdan komkujî kirî ye û kurd bi zordestî yê ketine dînê Îslamê! Di tu dîroka de tiştekî wanî derbas nabe. Erê herb di nava wan de çê bu ye. Di van herba de, ji her dû alîya jî kuştin çê bu ye. Lê Wûqas pûrtûkên dîrokî hene, di tu derê de ku komkujî û Kurd bi zordestî Misilman bû ne, tê de derbas nabin. Ê van îftîra ya davêjin hinek xwedîyê îdeolojîyên çepîn. Sebebê wê jî, ji boy ciwanên Kurda ji Îslamê dûr bikin û bikin dujminê Îslamê û fikrê xwe yê çep bi wan bidin qebûl kirin, evan virrû derewan dikin. Qeysî xwedî ye van bêbextîya Kurd kuştine, di nav cengê Misilmana û Kûrda de wuqas Kurd ne hatine kuştin.
Di hinek rîwayetan de bi navê Caban û bi navê Zozan sehabî kî zilam û pîrek heye. Yanî tên zanîn ku; ji nav Kurda hîn Hz. Muhemmed (as) saxbû ê Misilman bubûn hebûn.
Piştî Kurd Misilman bûn di dîroka Îslamê de wan jî cîh girt. Weka bi navê Hesnewî, Şeddadî, Rewadî, Eyyûbî, Mervanî dewletên İslamê ava kirin û xizmet ji ummeta Îslamê re kirin. Selahaddînê Eyyûbî fermandarê Îslamê namdar bû. Ewî Quds ji destê xwedî ye xaça derxist û rizgar kir.
Di dewra Îslamê de Kurd pêşve çûn. Weka Elî Herîrî, Ehmedê Xanê, El Cezerî, Feqîyê Teyran, Melayê Cizîrî, Bedîuzzeman Seidê Kurdî, Amidî, Şemseddîn Şehrezorî, Mele Xelîlê Sêrtî, El Dînaverî, Şehabeddîn Suhrewerdî, Mehwî, Şêx Abdulkadirê Gêlanî, Mevlana Xalid, Cakir El Kurdî, Mehmûdê Bazîdî, Melayê Batê, Elî Îbnu'l-Esîr, Îbn-î Hallikan, Şêx Seîd û gellekî wek wan alim, fîlozof, mutasawwif, dîrokvan ji nav Kurda derketî ye.
Kurda, wekî van qewmê Misilman yê din, çand, hüner, ş’êr û edebîyata xwe bi saya medresa heta îro berdewam kirî ye. Li medresê Kurdistanê de, bi zimanê Kurdî perwerdehî hatî ye kirin û hinek aliman bi Kurdî pirtûk nivîsandinin. Weka Ehmedê Xanê, Melayê Batê û Şêx Evdirehmanê Axtepî…
Gellekê Kurda Sunnî nin û mensûbê mezhebê Şafîî ne. Hindik jê jî mensûbê mezhebê Henîfî ne. Di nav Kurda de Elewî û Şîî jî hene…
Wê berdewam bike...