Çend gotin li ser Dîroka Kurda-2

Mamostê SIPYAGÎ

M’ana Navê Kurd û Kurdistan

Peyva Kurd, li gorî hinek dîrokvana, berya mîladi di sedsala 24. de di tabletê Sumeriyan de derbas dibe û ji bo gele kî bi navê Gûtî ya hatî ye bikaranînîn. Di nivîsandinê Xenophon de Peyva Kurd, îro cîhê Kurd dijwar tê dijîn, di wê dewrê de ji bo eşîrê bi navê Kardûkhoi (bi piraya Kardû ye) tê pênase kirin. Li gor hinek raya hemdem jî, peyva Kurd Îranî ye. Di dema Sasanîyan de saga Karnamag ê Ardeşîr ê Babagan de, bi Farisî gotinek bi navê Gord (Qehreman) derbas dibe û tê gotin peyva Kurd jî, ji vê gotinê navdêr bû ye. Gellek qewm li nav hevdû ketine. Ji ber vî hawî tu qewm jî, mere nika bêje reha wan çawa ye. Di peyva dawîn de em dibêjin encax Xweda yê T’eala pê zane.

Kurdistan bi m’ana ku cîhê Kurd li meskûnin tê pênase kirin. Li gorî rîwayeta navê Kurdistan ewilî bi fermî, di belgeyê dewleta Selçûkîya derbas dibe. Evê îfada ji bo herêma dinav Azerbaycan û Loristan dimîne, yan jî herêma rojhilatê çayê Zagros dimîne hati ye gotin.

Hukumdarê Selçûkiya Siltan Sencer, li rojava yê Cîbalê mintiqak kû girêda yî bi Kîrmanşahê bu, bi navê “Kurdistan” eyaletek ava kir û birazyê xwe Suleyman Şah tayînê walîtî ya wir kir.

Navê Kurdistan di belgê fermî, yên devleta Osmanî de jî derbas dibe. Di van belga de Kurdistan ji bo cîhê Kurd lê dijîn dihat navkirin. Di sala 1847’de piştî qiyama Bedirxan beg hat çewisandin, ê di vê çewisandina qiyamê de wazîfedar bûn dewleta Osmanî bi navê “Kurdistan” xelat dan wan.

Kurda, dema dewleta Osmanî ket tengasîyê, pere topkirin û şandin ji dewleta Osmanî re. Dewleta Osmanî jî bi van pera gemî kirî, û navê vê gemî yê "Kurdistan" danî.

Wê berdewam bike...

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.