Malbata Rojwelat Kizmaz ku ev bû roj e ji qîza xwe ya ku ji Taxa Petrol derketibû pê ve xeber jê nestandine, ji bo windabûna wê serlêdana polêsê kiribûn. Di encama xebatên lêgerîn ên ku AFADê, cenderme, polês û îtfaîyeyê dabûn destpêkirin de cil û berg û amûrên Kizmaz di kêleka Gola Bendava Hesenkêfê de hat dîtin.
Piştî dîtina amûrên Kizmaz di derdorê golê de xebat hatin zêdekirin. Hat îfadekirin ku di seatên serê sibehê de ceseda Kizmaz hat dîtin.
Hat îfadekirin ku sedema mirina Kizmaz tê lêgerînkirin. (ÎLKHA)