Çeteyên Hîndû êrîşî xwendekarên ku nimêja terawîhê dikirin kir

Hat destnîşankirin ku li Hîndistanê, çeteyên Hîndû êrîşî xwendekarên Misilman yên ku nimêja terawîhê dikirin kirin, di encama êrîşê de 5 xwendekar birîndar bûn.

Çeteyên Hîndû, li Yûrda Zanîngeha Gujarata li Ahmedabadê êrîşî xwendekarên Misilmanan kirin.

Di dîmenan de tê dîtin ku çeteyên Hîndû êrîşî Misilmanên ku nimêjê dikirin dikin û motorbisiqletên Misilmanan parçe dikin.

Çapemenîya mehellî, diyar kir ku di encama êrîşê de 5 xwendekarên biyanî ji cîhên cuda birîndar bûn.

Hat îfadekirin xwendekarên ku di zanîngehê di dixweyînin ji welatîyên Efrîqa, Efxenistan, Ozbekistan, Srî Lanka û Tirkmenistanê bûne.

Xwendekaran diyar kirin êrîşdarên ku êrîşê wan kirine di dema êrîşê de siloganan gotine û ji wan re pirsîne ku kê ji wan re îzîn daye ku di yûrdê de nimêjê bikin û heta di nav odeyên wan de jî êrîşî wan kirin, komputer û telefonên wan parçe kirine. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

20 xwendekar bi sivikî birîndar bûn
UNRWA: Nexweşxaneyên li Xezzeyê li ber mirinê ne
Parlamenterê HUDA PARê Demîr, li Stenbolê beşdarî fûara xalîyan bû
NY: Em bi fikar in ku pitik ji ber hewaya sar li Xezzeyê biqefilin
Serokkomar Erdogan, Mesrur Barzanî qebûl kir