Di 19ê Çileyê de li ser rêya Mêrdîn-Nisêbînê di encama êrîşa li dijî wesayîteke bi plaqeya Iraqê hat kirin de Hindreen Abdullah Salih (39), Weheda Haedar Jasim (63), Abdullah Saleh Mustafa (69) li cihê bûyerê, Çîman Şahîn Xalid (75) û Ehmed Celaledîn Îbrahîm (45) li nexweşxaneya ku bi giranî birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da. Lêpirsîna ku ji teref Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve di derbarê êrîşa çekdarî ya ku hatibû destpêkirin temam bû.
Îdianameya der barê bersûcên girtî Abdullah K, Faris A, Murat Y. û Îbrahîm D. de di çarçoveya lêpirsînê de hat amadekirin ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ve hat qebûlkirin.
Di derbarê 3 jê girtî 4 bersûcên ku ji ber êrîşê hatibûn girtin de ji 11 salan heta 18 salan cezayê muebbetê û yek ji wan jî ji 5 salan heta 12 salan ceza hat xwestin.